Yetîm-Dera Ewrûpa li Bêrecûgê alîkarîya jar û feqîran kir
Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku bi xebatên xwe yên ku çar alîye cîhanê dike tête naskirin îsal jî li navçeya Bêrecûga Rihayê ji ber minasebeta meha Remezanê di çarçoveya alîkarîkirinê de alîkarîya jar û feqîran kir.
Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku di sala 2011an li Almanyayê hatibû damizrandin hêj ji wê rojê vir vê li temamê dinyayê heta ku jê tê di navbira feqîr, jar, bêkes û xêrxwazan de dibe pir.
Yetîm Dera Ewrûpa li Bêrecûga Rihayê bi wesîleya Komeleya Piştevanî û Arîkarîyê ya Çand û Hunerê (UHUVVET-DER) alîkarî ji feqîr û jaran re gihand. UHUVVET-DER ji feqîr û jarên ku berî niha li navçeya Bêrecûga Rihayê tesbît kiribû re pereyên çekan yên ku Yetîm Dera Ewrûpayê şandibû teslîmî wan kir.
Rayederên UHUVVET-DERa Bêrecûgê ji ber çekên pereyan a hedîye ji bona Yetîm Dera Ewrûpayê re spasgûzarîyên xwe anîn ziman.
Temsîlkarê Yetîm-Dera Ewrûpa ya Tirkîyê Nûrûllah Gungor di derbarê alîkarîyên ku heta niha hatine kirin û yên ku ew ê bên kirin de wiha axivî: “Heta ji destê me tê em hewl didin da ku alîkarîyê bikin. Me gelek li gund,nevçe û bajêrên Tirkîyê xebatên alîkarîyê kir; her wiha me li cûrbecûr cihên cîhanê jî xebatên alîkarîyê kir. Heta ku ji destên me tê em hewl didin da ku em di nava feqîr, jar û dewlemendan de bibin pirek. Heta îro em li ser vê niyetê dixebitîn û em ê ji îro pêve jî bi vî awayî xebatên xwe alîkarîyê bidomîn.(ÎLKHA)