• DOLAR 32.494
  • EURO 34.566
  • ALTIN 2496.35
  • ...
Li Şaredarîya Agirîyê buhrana `Sîxurîyê`
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihand ku Serokê Şaxa Agirî ya DÎSKê Ersîn Erîncîk destnîşan kir ku şert û mercên karkerên ku di Şaredarîyê Agirîyê de dixebitin gelekî girane û destheqê wan nayê dayîn, her wiha dema ku karker daxwaza mafên xwe dikin jî karker bi buxtan sîxurîyê tên bi nav kirin.

Nêzî 60 karkerên Şarederîya Agirîyê  duh li devê derîyê Şarederîya Agirîyê nêzî saetekî dest ji karên xwe kişandin û halê ku tê de bûn bi vi şiklî protesto kirin.
Li ser navê koma karkerên ku li hev civîyabûn, Serokê Şaxa Agirîyê ya DÎSKê  Ersîn Erîncîk daxuyanîya çapemenîyê xwend.

Di daxuyanîya çapemenîyê de hat diyarkirin her karkerekî ku li şarederîyê dixebite  şaredarî deyndarê wî ye. Karkerên ku dixebitin danzanîn ku ne destheqên wan tê dayîn û di ser de jî heqaret û xeberên nexweş li karkeran tê kirin, her wiha rayêdarên ku di şaredarîyê de dixebitin gefê li karkeran dixwin

“Karkerên ku mafên xwe digerin bi buxtana suxîrtîyê tên bi nav kirin”
Erîncîk di daxuyanîya çapemenîyê ya ku xwend de wiha li ser buxtanên ku li karkeran tên kirin rawestîye: ” Li derdorê hewayekê wiha rezîl û zelîl heye ku ji hemû kesî re dibêjjin sîxur û nemerd. Tu kes dengemê nabihîze. Karkerên Şaredarîya Agirîyê ji ber bayê çûn ber bagerê. Şaredarî  ji her karkerekî re 15 hezar lîre deyndar e. Dema ku em van deynan ango heqên xwe ji şaredarîyê teleb dikin wê deme jî li  gor rayedarên şaredarîyê em dibin sîxur, girêka lingan.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir