STKyên îslamî ji bo Şêx Seîd û Misirê di terawîhê de kom bûn
Sazî û civakên sivîl ên îslamî ji bona salvegera şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr bînin û ji bona qerarên îdamkirinê yên ku li Misirê hatine dayîn şermezar bikin di nimeja terawîhê de li Qada Şêx Seîd de li hev civîyan û bernameya bîranîn û şermezarkirinê li dar xistin.
Hat dîtîn ku digel beşdarbûna sazî û civakên sîvîl her wiha Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu û her wiha ji damezrînerên HUDA PARê Vedat Turgut jî beşdarî bernameyê bûn.
Di destpêka bernameyê de Alîkarê Serokê Cemîyeta Mustazefan a Şaxa Diyarbekirê Cemîl Cahît Unsal û her wiha Serokê Komeleya Anadolu Gençlikê ya Şaxa Diyarbekirê axavtinek kirin û qetilkirina Şêx Seîd û hevalên wî û her wiha qerarên îdamê yên li Misirê telîn kirin.
Piştî sînevîzyonê, Yunus Memîş ê ku Serokê Memur Sena Şaxa Amedê li ser sazî û civakên îslamî daxuyanîya çapemenîyê xwend.
“Ev şêxsên mumtaz û bijarte vê mîrasa nemir ji me re hiştin”
Memîş di destpêka axavtina xwe de wiha got: “Şêx Seîd û hevalên wî di rêya daweya îslamê de hatin îdamkirin. Dema ku Şêx Seîd dê hatibe îdamkirin pêşî nimeja xwe kir. Pişt re jê re gotin ku ‘tu niha çi seh dikin?’ Şêx Seîd jî bersiv dide û wiha dibêje ‘Tu qiymeta îdamkirina min tuneye, lewra îdamkirina min ji bo Xwedê û ji bo dînê Xwedê ye.’ Şêx Seîd bi vî awayî bersiva wan dide, dawe û doza xwe bêtirs li ber mirinê tîne ziman. Şêx Seîd û ew hevalên wî vê mîrasê ji bona ku em bidomînin ji me re hiştin.”
“Pêşewa û rêberên gele kurd ji ber ku zilletê qebûl nekirin ji teref zaliman ve hatin qetilkirin”
Memîş axavtina xwe wiha domand: “ Kesên mîna Seîdê Nûrsî, Îskîplî Atif ,Şêx Esadê Erbîlî, Seyîd Riza û gelek kesên mîna van ên ku li ser vê axê dijîyan û xwedî li daweya îslamê derketin bi tehcir,zindan û bi îdamkirinan rûberî hev bûn. Pêşewa û rêberên gele kurd ji ber ku zilletê qebûl nekirin û ji zilmê re razî nebûn ji teref zaliman ve hatin qetilkirin. Em Şêx Seîd û hevalên wî yên ku li hemberî zilma zaliman rabûnê bi rehmet û bi mînnet bi bîr tînin.
“Aytaç Baran ji ber ku li daweya îslamê xwedî derket hat qetilkirin”
Memîş wiha dawî li axavtina xwe anî: “Heta ku ev doz û daweya pîroz hebe ew ê di vê rêyê de kesên ku canê xwe feda bikin jî ew ê hebin. Şehîd Aytaç Baran ê ku di nav me de serokatîya ji 72 komeleyan yekî ma nedikir û gelo ma Şehîd Aytaç Baran ne ji ber ku xwedî li vê dawe û doza îslamî xwedî derket nehat qetilkirin? Her wiha em silavên xwe li wan kesên ku ji bona ala îslamê nekeve erdê mucadele dikin re dişînin. Em her wiha wan qerarên îdamkirinê yên ku li Misirê ji teref îdareya cuntayê ve hatîne dayîn telîn û nalet dikin.”
Bername bi diayan dawî bû.(ÎLKHA)