"Êrîşên ku sîvîlan hedef distînin êrîşên terorê ne"
Sazî û civakên sîvîl ên ku li navçeya Sîwereka Rihayê fealîyetan dikin li hev kom bûn û di derbarê êrîşên ku li sîvîlên tê kirin de daxuyanîyek dan.
Sazî û civakên sîvîl ên ku li navçeya Sîwereka Rihayê fealîyetan dikin li hev kom bûn û di derbarê êrîşên ku li sîvîlên tê kirin de daxuyanîyek dan. Di daxuyanîya ku hatîye dayîn de hat diyarkirin ku êrîşên ku li sîvîlan tên kirin êrîşên terorê ne.
STKyên ku li cem Parka Lezgona ku li ser rêya Hurrîyeta Sîwerekê li hev civîyan bi daxuyanîyekî wan êrîşên ku li Kobanê hatinê kirin lomandin. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku bi çi awayî bi şiklî jî bê hedef standina sîvîl û bêsûcan êrîşên terorê ne.
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku ev êrîşên terorê yên ku tên kirin ji dûr û nêz ve tu eleqeya wan bi îslamê re tune ye.Îslam ji van êrîşên ÎŞIDê berîye, dûr e.
Sazî û civakên sîvîl en ku piştgirîyê dane daxuyanîyê ev in:
Bendî-Der,Dîn-Bîr-Sen,Dîyanet Sen,Eğîtîm Bîr-Sen,Firat Der,Hayrat Der,Îkra Der,Sîverek Îlîm Kultur Derneğî,Sîverek Der,Sîyar Der,Sağlik Sen,Ozgur Der,Ozgur Eğîtîm Sen (ÎLKHA)