• DOLAR 32.49
  • EURO 34.79
  • ALTIN 2490.81
  • ...
Êzîdî hatin qaqa reş
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ezîdîyên ku ji Şengalê revîyabûn û bûbûn penaber hinek ji wan şarederîya HDP ya Amedê  li wan xwedî derketibû. Ezîdîyên ku ji teref Şaredarîya Mezin a Amedê ve hatibûn xwedî derketin li navçeya Yenîşehîrê li herema Fîdanlikê hatibûn bicih kirin.

Kamp, bi şaîbeyan hatibû rojevê

Kampa Êzîdîyan ya Fîdanlikê car car bi xwekujî û destdirêjî û gelek tiştên mîna van qirêj ên ku nayên îzah kirin hatibû rojevê. Her wiha hatibû hînbûn ku niştecihên kampa Êzîdîyan beşdarî bûyerê  6 û 8 ê cotmehê jî bûbûn û ev tişt bi belgeyên nexweşxaneyê  hatibûn îspatkirin.

Niştêcihên kampa Êzîdîyan ên ku dixwazin kampê terk bikin destnîşan kirin ku cihên ku ew lê dijîn ji ber pirsgirêk û astengîyên curbecur nema dikarin lê bijîn û ew dixwazin ku vê kampê biterikenin û biçine Bulgarîstanê.

Êzîdîyên ku dixwastin kampê biterikînin ji teref walîtîyê ve hatin astengkirin. Her wiha hat diyarkirin ku Êzîdîyên ku  kampê terk kirine zabiteyên şarederîyê nahêlin ku têkevin kampê.

Di derbarê vê rewşê de ji niştêcihên Êzîdîyan Basar Xelef(20)  wiha destnîşan kir: “Kampên ku em lê  dimînin ji ber şert û mercan qet nebaş e, ji alîyê tenduristî û perwerdehîyê ve derfet tuneye. Ji ber vê yekê em nikarin liv an deran îdare bikin û em mecbûr in ku van dera terk bikin û  derbasî Ewrûpayê bibin.”

Xelef axavtina xwe wiha domand: “Em dixwazin ku derbasî Bulgarîstanê bibin û ji wir jî dengê xwe bigihejînin temamê dinyayê. Em dixwazin ku pirsgirêkên me werin çareserkirin.. lê belê astengî û pirsgirêkan ji me re diderîn.Him cendirme nahêle ku em ji vir biveqetin  û him jî yên kampên nahêlin ku em cardin têkevin kampê.Zarok ji saet 05.00an ve li vê derê ne , zarok ji vê ava pîs vedixwin.”

Ji niştêcihên Êzîdî Necar jî destnîşan kir ku alîkarîya derketina welatê Ewrûpa kir û maxdûrîyêtên xwe anî ziman.

Her wiha hat diyarkirin ku 4 hezar Êzîdîyên kul i kampê ne dixwazin ku kampê terk bikin.(ÎLKHA)

































































Bu haberler de ilginizi çekebilir