Doza Yasîn Boru neqlî Enqereyê kirin
Hat diyarkirin ku doza Yasîn Boru û 3 hevalên wî yên ku di bûyerên 6 û 7ê cotmehê de hatibûn qetilkirin neqlî Enqereyê kirin.
Hat daxuyan kirin ku doza Yasîn Boru û 3 hevalên wî yên ku salê çûyî di eyda qurbanê de hatibûn qetilkirin dê li 2yemîn Mahkemeya Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin.
Dadgeha Bilind, daxwaze neqla dozê ya ku 5emîn Mahkemaya Cezaya Giran a Amedê ku bi hinceta ewlehîyê teleb kiribû di derbarê neqla dozê de erênî biryar da.
Ji vê qerara neqlê re xizm û naskirîyên Yaîn Boru û hevalên wî neyinî nihêrtibûn û diyarkiribûn ku îxtîmal e ji ber ku rê dûr e em nikaribin biçin mehkemeyê.(ÎLKHA)