Ji dîroka PKKê ya bixwîn qismek: Qetlîama Sûsa
10 misilmanên ku berî vê 23 sal ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn.
Di dîrokê de li gelek cihan li camîyan qetlîam hatin kirin. Li Kurdistanê jî qetlîama “Camîya Sûsa” ya ku ji teref PKKê ve hatibû kirin derdikeve pêş.
26ê Hezîrena 1992an li gundê Sûsaya Farqînê di camiyê 10 misilmanên ku îbadetên xwe dikirin ji teref PKKê ve hatin qetilkirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Qetlîma “Camîya Sûsa” ji teref PKKyîyên ku cilên eskeran li xwe kiribûn ve hatibû kirin. Li ser vê qetlîamê de 23 sal derbasbûn lê belê hêj jî ev qetlîam nehatîye ji bîr kirin. Êş û elem a di dilan de hê jî di dilan de cihên xwe digire.
Şehîdên qetlîma Sûsayê her sal bi şiklekî girseyî tê bibîranîn her wiha qatilên qetlîamê jî tên tel’în kirin.
26ê Hezîrana 1992an şeva înê
Nûrê îslamê ya ku li Kurdistanê belav dibû piştî demekê gihaşte Sûsayê jî. Li mizgefta gund dersên Qur’an û sîyerê dest pê kiribûn. Lê belê kesên mîhraqên tarî demekê şunda ji hatina nûra îslamê haydar bûn. PKK weke her derî çawa ku dixwast ku li heremê tenê ew bi xwe xebatan bike bi heman awayî li Sûsayê jî nedixwest ku ji xeynî wî hinek kesên din xebatan bikin. Ji ber vê yekê jî bi dek û dolaban û bi hîleyan dixwast ku nûra îslamê bitemirîne. Bi vî awayî li Sûsayê jî şerê heq û batil dest pê kir.
Di 26ê hezîrana 1992an de camîya cemaetê weke her şev di navbira nimeja mexrîb û işayê de li camîyê rûniştibûn û Qur’ana xwe dixwandin. Digel dest pê kirina xwendina ezana işayê çend kesên din jî beşdarî xwendina Quer’anê bûbûn. Dema ku misilman dest bi eda kirina nimeja işayê kiribûn canî û hovan derdora camîyê dorpêç kirin. PKKyîyan xwe bi wesfê esker dabûn naskirin ehle camîyê bi zaxt zilmê ji camîyê derxistin dervê. Heqaret û xeberên nexweş ji bawerîya ehle camîyên re kirin. Destên wan girêdan, piştî demekê dengê sîlehan hat. Derdora camîyê bûbû gola xwînê. Deh canên nazenîn şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn. Kesên ku di qetlîama camîya Sûsayê de hatibûn şehîd kirin ev bûn:
Haci Ahmet û lawê wî Emîn Kantar
Zekî, Medenî,Saîd û Mekî Fîdanci yên ku birayên hev bûn
Muhammed Alî Uslu
Melayê Camîyê Abdulhalik Uqaş
Adnan Kantar
Huseyîn Çetînkaya
Teşebusa qetlîama duyemîn ya Sûsayê
PKKê ku di sala 1992an de 10 kesan qetilkiribû weke ku ji xwînê hêj têr nebûbû ku di sala 1998an de bi hevkarîya esker û gunparêz cardin teşebûsî qetlîamê kir.
Esker wê deme gund Sûsayê bi hinceta êrîşê da vala kirin, gundî malên xwe terk kirin. Di vê navbirê de PKKyîyên ku bi dewletê re hevkarîyê kiribûn bi şiklê gundparez li gund tên bi cih kirin. bi vî awayî PKK dest danîn temamê malên gundîyan.
Piştî k udi navbirê de heftîyek derbas bû gundîyan vegerîyan gundên xwe . Lê belê dema ku hatin li ber gundên xwe PKKyî di desten wan de kevir, dar, bivir û sîlehên lûle dirêj pêşîya gundîya girtin. Demekê şûndê bisîlehan li ser gundîyan reşandin û di wê teşebûsa qetlîama duyemîn de jî 10 kes birîndar bûn.
Di vê teşebûsa qetlîama ya duyem a ku 10 kes birîndar bûn de gotina serokê gundparezan a ‘Ji wan tu kesî sax nehêlin, toxmên wan biqelînin’ .hê jî tu kes ji bîr mekirye.(İLKHA)