Di sûîqesta Aytaç Baran de kesek din hat tewqîf kirin
Hat diyarkirin ku kesekê din ê ku têkilîya wî bi sûîqesta Aytaç Baran hebû û hatibû binçavkirin jî hat girtin.
Di pevçûnên ku piştî Serokê Yenî Îhya Derê Aytaç Baran hatibû qetilkirin de M.D ê ku di bûyeran de hatibû binçavkirin, piştî ku jê pirsîna wî qedîya hat girtin û wî birin girtîgehê.
Di derbarê bûyerê de walîtî daxuyanîyekê nivîskî belav kir. Di daxuyanîyê de wiha hat gotin: “ Serdozgerîya komar di derbarê bûyerên ku li devê derîyê Yenî Îhya Derê de ango di pevçûna ku derketibû de lêpirsîn dabû dest pê kirin.Di çarçoveya vê lêpirsînê de M.D yê ku gumanbar bû 24ê hezîrana 2015an de hatibû binçavkirin. Piştî ku jê pirsîna H.D. xelas dibe sewqî mehkemetya nobedar krine.”
Hat hînbûn ku M.DYê ku sewqî mehkemeya nobedar bûye ji teref mehkemê ve bi sûcê endambûyîna rêxistina biçek hatîye tewqîf kirin.(ÎLKHA)