• DOLAR 32.579
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2427.037
  • ...
Dêya xwendevanê ku ji teref PKKê ve hatibû revandin peyivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dê û birayên Zafer Tekman(20) ê ku ji teref PKK/HDPyîyan ve ew û hevalî wî hatibûn revandin  destnîşan kirin ku ev bû mehek ku Zafer hatîye revandin û êdî ew mitala  û endîşeya lawê xwe dikin.

Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê bi Husna Tekman a ku dêya  Zafer Tekmanî ye re di derbarê revandina lawê wê de axivî. Husna Tekman bi gotinên ‘We lawê min ji ber çi sedemê revand? Li vî welatî nimej kirin sûc e? Ka hûn ê dayik negirîyandibana?’ bertek û reaksîyon nîşan da.

Dê û birayên Zafer Tekmanî diyar kirin bila Zafer gavek berî gavakê were serbest berdan.

 “Di vê meha mibarek da ew kesên ku vê zilmê dikin wê çawa hisabê bidin”

Husna Tekman a ku dêya Zafer Tekmanî ye di derbarê revandina lawê xwe de wiha axivî: “ Ji roja ku lawê min hatîye revandin heta îro hêsir ji çavên min kêm nebûn. Ew kesên ku di vê meha Remezanê de vê zilmê li me dikin wê çawa hisabê bidin Xwedê. Vaye bû 31 roj lawê min hatîye revandin. Tu sûcê lawê min tuneye. Nimeja xwe dikir , Qur’anê dixwand. Heger sûcekî lawê min hebe ew jî misilmantîya wî ye. Bila lawê min gavek berî gavekê serbest berdin. Di nava vê mehekî de her tim çavên me li rêya Zaferî bû. Wextê ku çûye ve hêsir ji çavên min kêm nebûn. Em çend caran li pey lawê xwe de çûne Colemergê. Lê belê me lawê xwe nedît.”

“Êdî bese! Dayikan megrîyenin”

Dê, axavtina xwe bi kelegirî wiha domand: “Ka Recep Tayîp Erdogan û HDPyî digotin ‘Êdî dayik wê megrîn.’ Lê belê dê hêj jî digirîn, deyan digrînin. Lawên me direvînin û êşekî mezin têdixin dilen me. Sûcê lawên me çi bû, gelo misilmantî ye? Maxwene nimej kirine? Gelo ev sûc in?  Bila lawên me serbest berdin, dayikan megrînin. Mexene hûn ne li vê dinê ne jî li axiretê nikaribin hisaba vî tiştî bidin.”

 “Bila esker û kesên li serê çiyan nemirin, lê belê cehenema vî xelkî kirî”

Kekê Zafer Tekmanî Mehmet Tekman jî di derbarê birayê xwe de wiha axivî: Êdî bese. Bila gavek berî gavekê birayê min serbest berdin. Ev bû çend sal ku dibejin pêvajoya çareserîyê.Mixabin di vê pêvajoyê de zarok tên revandin, birayên me tên revandin û dayik tên girîyandin. Nalet li vê pêvajoyê bibare. Hûn him dibêjin pêvajo û aşîtî him hûn dibêjin bila dayik êdî megrîn lê belê hûn him jî zarokên dayikan direvînin û êşekî bêmînak tedixin dilên wan. Mexene ev vî tiştî ji pêvajoya çareserîyê fêm dikin ‘Bila esker û kesên li serê çiyan nemirin, lê belê cehnema vî xelkî kirî”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir