• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Îklîma Qur'anê îklîma rehmetê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê Yekîtîya Medrese û Aliman  (ÎTTÎHAD)Abdurrahman Ozekinci di derberê betlaneya havînê û di darbarê dûrkirina zarokan ji derdorên ne baş de destnîşan kir ku ji bona zarok ji nebaşî neqencîyê dûrbin divê biçin qursên Qur’anê  û camîyan.

Endamê ÎTTÎHAD Ekici destnîşan kir ku ew malbatên ku mitalaya wan a îslamî û exlaqî heye divê zarokên xwe bişînin camî û qursên Qur’anê.

Ozekinci di derbarê camî û qursên Qur’anê de wiha domand: Dijminên îslamî hewldidin da ku zarokên me ji dînê îslamê dûr bixin. Ji ber vê yekê divê em li zarokên xwe xwedî derbikevin. Divê hemû kes di vî warî de bixebite. Bi hezaran zarok ji bona ders werbigrin diçin mizgeft û camîyan  li Amedê nêzî 300 camî heye. Em hejmera xwendevanên van camîyan top bikin nêzî 30 hezar xwendevan dibe. Heger bişiklekî baş û bitertîb li van zarokan were xwedî derketin bi vî awayî em dikarin pêşeroja xwe re xwedî derbikevin. Di encamê de heger ev xwedî derkrtin çêbibe, ew ê bi vî awayî bingeha pêşerojekî bihizur û biaram were avêtin.

 “Îklîma Qur’anê îklîma rehmetê ye”

 Ozekîncî axavtina xwe wiha domand: “ Malbat îro dikarin bipereyan zarokan xwe bişînin dersxaneyan, lê belê şandina zarokan ji bo dersa Qur’anê ne wiha ye. Sedema vî tiştî çi ye? Dê û bav dikarin werin û binêrin ka zarokên wan di mekanekî çawa de derse dibînin.”

Ozekîncî wiha dawî li axatina xwe anî: “Dema ku derbas dibe êdî nema tê. Divê em navbirê têxin nav xwe û televizyon û telefonan. Divê em wextê xwe li sikakan û înternetkafêyan xerc nekin.”









Bu haberler de ilginizi çekebilir