Ezma girtina rojîyê ya ciwanê astengdar
Ciwanê astengdar ê ku li navçeya Madena Xerpêtê dijî, destnîşankir ku astengdarbûyîn ne bihaneyê nekirina îbadeta ye.
Ciwanê astengdar ê ku li Madenê dijî, destnîşan kir ku berî meha Remezanê, mehên Recep û Şabanê seranser bi rojî derbas dike û her wiha astengdarbûyîn jê re ne sedema terkirina îbadeta ye.
Mustafa Ozger, ku di sala 2001an qezayekî trafîkê kir û piştî qezayê astengdar ma. Ozger digel vê rewşa xwe yê astengdar di mehên Recep, Şaban û Remezanê de seranser rojî digire. Ozger bangî wan kesên ku di meha remezanê de rojîyê nagirin kir û wiha got: “ Ji bona ku karibin emre Xwedê bi cî bînin hinek ezîm û cehd pêwîst e.”
Mustafa Ozger ê ku heyata xwe bi astengî derbas dike di derbarê jiyana xwe de mînak dan û bitaybetî jî di derbarê rojî û ciwanan de agahîyên girînd da û şîretan li ciwanan kir.
“Astengdarbûyîn ji kirina îbadetê re ne asteng e”
Ozger wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ez digel vê halê xwe rojî digirim, hemd ji Xwedê re ku zehmet û tengasîyên min tune ye. Di sala 2001an de di qezayekê trafîkê de 49 hestûyên min şkestin, min gelek emelîyat derbas kir. Lê belê rojek ji rojan min xwe ji îbadetên xwe neda paş. Berî Remezanê di meha Recep û Şabanê de min rojî girt. Ez ji vir dixwazim çend tiştan ji xort û ciwanan re bibêjim. Ez digel vê halê xwe dikarim rojî bigirim, ji ber vê yekê bila xort û ciwan rojîyên xwe nexwin, bila navbirê tênexin rojîyên xwe. (ÎLKHA)