Kalê 105 salî ev bû 23 sal e ku rojîya sê mehan digire
Osman Taner ê ku 105 salî ye ev bû 23 sal e ku di mehên Recep, Şaban û Remezanê de bênavbir rojî digire.
Osman Taner hêj biçûkayîya xwe ve dest bi girtina rojîyê kiriye û ev bû 23 sal ku di mehên Recep, Şaban û Remezanê de bênavbir rojî digire.
Osman Taner di sala 1910êan de li gunde Sevika navçeya Kahtaya Semsûrê welidî. Taner diyarkir ku hêj biçûkayîya xwe ve dest bi girtina rojîyê kiriye, heta dema ku eskerî 4 sal bû jî rojîya xwe bêbavbir girtiye.
Taner di derbarê girtina rojîyê de hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “Dema ku ez li gund bûm, hevalekî min ê ku min jê hez dikir hebû ku rojîya 3 mehan digirt. Dema ku haya min ji rojî girtina wî çêbû min jî ji bona xêrê de têkevim pêşbirgê dest bi girtina rojî kir. Vaye bû 23 sal çêbû ku rojîya 3 mehan digirim. Ji berk u laşê min hîn bûye tu zehmetîyê nakşîne.”
“Girtina rojîyê rihet e”
Taner wiha dawî li axavtina xwe anî: “Însanên niha dibêjin ku girtina rojîyê bizihmet e. Lê belê girtina rojîya îro hesan e. Lewra demên berê hemû tişt bi quweta însanan bû, wan deman me bi mehan paleyîya zadan dikir. Digel ev qas zehmetîyê me dev ji girtina rojîyê nedikara. Me rojîya xwe digirit. Niha hemû tişt hesan û ri het bûye, rojîyên xwe bigirin, girtina rojîyê sihet e. Di nava vê mehê manewîyeta însên zêde dibe. Bila tu kes xwe nexapîne, dinya ji tu kesî re namîne. Ji ber vê yekê îbadet û taetên xwe bi cî bînin.” (ÎLKHA)