• DOLAR 32.348
  • EURO 35.127
  • ALTIN 2307.9
  • ...
Li Amedê esrar hat bi dest xistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Amedê di lêgerîna firmayekî kargoyê de 15 kîlo 380 gram esrar hat bi dest xistin. Ji ber îxbarekî li taxa Baglarê li fîrmayekî kargoyê lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de  15 kîlo 380 gram esrar hat bi dest xistin.

Walîtîya Diyarbekirê di derbarê bûyerê de ragihand ku V.B û S.A ji teref mehkemê ve hatine derdest kirin û  her du kes ji teref dadgehê ve li girtîgehê re hatin şandin.

Li Hezroyê 368 hezar 495 kenewîrê hînd hat bi dest xistin

Li gunde Meşebaglara ku girêdaye Hezroya Amedê ye di ser de girtinan de 368 hezar û 495 kenewîra hînd hat bi dest xistin. Her wiha du kes jî hat bin çav kirin.

Di derbarê bûyerê de hat ragihandin ku C.Î û B.Î hatine bin çav kirin. Piştî îfadeyan wan hatîye girtin B.Î hatîye serbest berdan, C.Î jî hatîye girtin û hatîye şandin girtîgehê. (İLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir