• DOLAR 32.55
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2428.836
  • ...
Zekat malê dewlemendan ji qirêjê, dile feqîran  ji kînê paqij dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê ÎTTÎHADê di derbarê girîngîya zekatê de wiha ragihand: “Zekat malê dewlemendan ji qirêjê, rihê wan ji qesîsîyê; her wiha dile feqîran jî ji kînê paqij dike.

Beşîr, axavtina xwe wiha domand: “ Heger misilman dixwazin ku rizaya Xwedê bi dest bixin divê wê erka zekatê ya ku mîna pirekî  dinyayê û axretê bi hev ve girê dide bi cî bînin.

Beşîr wiha dawî li axavtina xwe anî: “Di dînê îslamê de piştî îmanê du riknê din tên. Ji van riknan heger yek nimej be ya din jî zekat e. Ji ber vê yekê ulemaya îslamê di derbarê zekatê de gotine ku ‘ Zekat rikna îslamê ya 3yemîn e.’ Di Qur’anê de nimej û zekat her tim bi hev du re tên bi bîr anîn. Dema ku Qur’anê de nimej bikin tê gotin di pey vê de tê gotin ku zekatê bidin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir