• DOLAR 32.326
  • EURO 35.113
  • ALTIN 2303.134
  • ...
Sûîqesta Aytaç Baran li Trabzonê hat şermezar kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daxuyanîya çapemenîyê li ser navê misilamanên Trabzon û İnsiyatîfa Civakî hat xwendin. Di daxuyanîya ku hat xwendin de wihat hat diyarkirin: “Em ji bona van zilm û zordarî, kuştin û zextên ku li birayên me misilman tên kirin şermazar bikin li vê derê li hev civîyan.”

Her wiha di daxuyanîyê de hat destnîşankirin Seydayê Yasîn Boruyî Aytaç Baran ji ber ku xizmetên bixêr dikir hatîye qetilkirin.

Di daxuyanîya çapemenîyê ya ku hat xwendin de bal kişandin li ser misilmanên Kurdistanê yên ku dûçarî zilm û zordarîyên dibin û wiha hat gotin: “ Li rojhilat û başurê rojhilatê misilman di 6 û 8ê cotmehê de bişiklekî wehşîyanê û bêsûc û bêsebeb tên qetil kirin,  zilam ji ber rihê xwe, pîrek ji ber hîcaba xwe  tên kuştin, camî, cihên ku lê perwerdehîya Qur’anê tê dayîn û Qur’an tên şewitandin.  Ji ber van tiştan pêwîstê ku em li dijî vê zilm û zordarîya ku tê kirin bibin bend. Her wiha divê em piştgirî û allîkarîyê bidin birayên xwe  yên misilman.”

Wiha dawî li daxuyanîyê hat kirin: “Her wiha xelkê kurd ên misilman ne bêxwedî ne. Birayên me yên misilman ên wê heremê ji bo Aytaç Baran çi pêwîst bê bi cî tenin, lê belê dengê wan kêm dibe. Her wiha li heremê hinek kes gelekî zêde rû dane çeteyên PKKê. Ji ber vê rû dane PKK êrîşî gele misilman dike. Di meseleya çareserkirina pirsgirêka kurd de PKK tena serê xwe hat muxatab standin.  Ev jî bû sedema gelek pirsgirêkan. Ji bona selametîya pêvajoya çareserîyê divê bipêşanî birên îslamî jî daxilî vê pêvajoyê bibin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir