• DOLAR 32.529
  • EURO 34.804
  • ALTIN 2472.336
  • ...
YAR-DERa Rihayê ji bo meha Remazanê amade ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

YAR-DERa Rihayê hazirîyên alîkarîyê ya ji bo jar û feqîran a ku berî niha tesbît kiribûn xelas kir. Hat diyarkirin ku YAR-DER  di meha Remazanê de ew ê ji 200 malbatê re alîkarîyê bike. Rayedarên komeleyê destnîşankirin ku ew hêvîya alîkarîyên xêrxwazan e.

Serokê YAR-DERê Mustafa Bozkurt di derbarê rojev û girîngîya alîkarîyan de wiha axivî: “ Ez hêvî dikim ku ev meha Remazanê bibe sedema dawî bûna van şerên ku di nava alema îslamê de ye.  Her wiha meha Remazanê meha biratî û aşîtîyê ye, meha alîkarîyê ye. Ji ber vê yekê em amadehîyên alîkarîya 200 malbatê ku berî niha hatine tesbît kirin dikin. Bi izna Xwedê em ê van alîkarîyan bigihejinin wan kesên jar û xizan. 

Bozkurt her wiha bangî kesên dewlemend û xêrxwaz jî kir da ku karibin ji zêdetir însanan re alîkarîyê bigihejinin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir