• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Heyeta Partîya Doza Azad li sînor lêkolîn kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Serdana ku li penaberên Sûrî hat kirin de Digel Loqman Yalçin her wiha Halîl Aydin ê ku serokê HUDA PARÊ ya  navçeyê  Akçekalê û M.Sîraç Alkanat û her wiha gelek kesên rayedar beşdarî vê serdana penaberan bûn.

Heyet li devê derîyê sînorê ji midurê AFADê di derbarê rewşa penaberan agahîyan bi dest xist. Heyet piştî ku di derbarê rewşa penaberan de agahîyan bi dest xist re çû ziyareta penaberên ku derbasî vî rexî sînor bûne. Şande derd û kul, daxwaz û  xwestekên wan guhdar kir.

Piştî vê agahî standina ji midurê AFADê û guhdarkirin û di cih de dîtina penaberan re Serokê HUDA PARê ya bajara Rihayê Loqman Yalçin bal kişande li ser rewşa penaberan û wiha ragihand: “Li sînorê dramekî mezin heye, însan bêcih û bêwar  in. Ji ber vê yekê divê gavek berî gavekî ji bo van penaberan çadir werin temin kirin.“

“Çavkanîya kaos û şidetê emperyalist in”

Yalçin di derbarê şerê Surîyê de û li ser rojevê de nirxandina kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Her çi tiştê ku ji van însanan re pêwîst be divê gavek berî gaveke were temin kirin. Her wiha ji alîkarîkirina van însanan hatina sazîyan me kêfxweş kir. Heger îro li vê heremê kaos û şidet hebe avakerê vê tenê emperyalîst in. Ev empryalîst li van hereman lîstikekê qirêj û bixwîn didin lîstandin. Mixabin di vê lîstikê de bi sed hezaran însan mirin. Em hêvî dikin ku gavek berî gavekî aştî were van hereman. (İLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir