• DOLAR 32.507
  • EURO 34.984
  • ALTIN 2430.688
  • ...
Ji ÎTTÎHADê pêşniyarên Remezanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yekîtîya Aliman û Medreseyan ÎTTÎHA-ul Ulemayê, derbarê meha Remezanê de gelo divê meriv li çi dîqet bike û biqatebe de bi daxuyaniye nivîskî pêşniyar û şîretin grîng da.

Di daxuyaniyê de hat îfade kirin ku di meha Remezanê de şeva leyletul qedrê heye û ev şev ji hezar mehî bi xêrtire . Di misluman ji xwe re wek derfetekê bikarbînin. Ji bo efûya gunehên wanê borî divê vê mehê û şeva têde wek îmkan û firsendekê bibînin.

Aliman û seydayan pêşniyarên xwe wiha rêz kirin;

-Divê em îbadetê xwe bi îxlas û bi awayekî samîmî eda bikin.

-Divê em rojê herî hindik cuzyek quranê bixwînin û tevlî muqabeleyan bibin

-Divê em îbadetê xwe yên şevê îhmal nekin

- Hewceye ku em vê meha Remezanê bikin meha dawetê. Divê em xizm û cîranên xwe bi ezibînin dawetî mala xwe bikin û ji bo werin ser şiûra îslamê û li xwe vegerin em hewl û xîret bikin.

-Lazime tucarî em di dûayê de mislumana îhmal nekin.

-Di vê meha de herî zêde zikir û wîrda bikşînin, di hedîsan de zikrê dewamî heye divê em wan zikr û wîrdan bi rêkûpêk dewam bikin.

-Di meha Remezanê de divê em camî û mizgeftan ji xwe re bikin cîh, nimêja terawîhan li camîyê em eda bikin û di nava cemaeta camîyê de bin.

-Di Quranê û hedîsan de tê beyan kirin ku kar û emelê ku Xweda teala herî zêde tîne xezebê yek ji wan jî îsrafe. Li gelek welatên cûda birayên me bi tî û birçîbûnê tên îmtîhan kirin, lê îro em di nava vê zêdeyî de jî ger em îsraf bikin qetî herame. Pêvîst e em li vê mijarê de baldar bin û birayên xwe jî hişîyar bikin.

Xwedayê zulcela ji bo me mumînan çi wext mirin teqdîr kirîye em nizanin. Ji ber vê jî divê em vê Remezanê ji xwe re wek Remezana dawîn bihesibînin û li gor vê îdraq bikin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir