• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Aytaç Baran li cihê ku hatîye qetilkirin hat bîr anîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Aytaç Baran ê ku Serokê Yenî Îhya Dera ku girêdaye Platforma Evîndarê Pêxember bû  li cihê ku lê sûîqest lê hatibû kirin hat bîr anîn. Hezkirîyên Aytaç Baranî li Camîya Sumerê ya ku li Qada Îstasyonê ye li hev civîyan û bi şiklekî tevahî meşek li bal taxa Şehîtlîkê ve li dar xistin.

Girse, di dema meşê de bênavbir sloganên “Pale PKK ji Kurdistanê biqewite,Lêxe lêxe Hîzbûllah li PKKê bixe, Meclis ê ji Silho re bibe gor,La îlahe îllallah bijî bijî Hîzbûllah,Ji bo zalimên xwînxar bijî cehennem, Şehîd Aytaç rêya te rêya me” avêtin.

Girse li cihê ku lê civîyan pankartên mîna “ Qatilan nepareze, li birayê xwedî derkeve, Ji Şehîd re silav têkoşîn berdewam, Rêya Şehîd Aytaç rêya me” vekirin.

Piştî xwendina Qur’anê Îbrahîm Yaz ê ku hevalê Şehîd Aytaç bû di derbarê şehîd de axavtinek kir. Yaz di axavtina xwe de wiha ragihand: “ Me di jiyana Aytaç de exlaqa îslamê dît. Ya rastî me wî ji xwe re mînak distand. Ew aşiqê şehadetê bû, ji sêwîyan re  bavitî dikir. Ew bixwe yekî feqîr bû lê belê her tim alîkarîya feqîran dikir. Her tim paketên alîkarîyê ji feqîran re belav dikir,  rojek ji rojan digel ew qas feqîr bûna xwe ji mala xwe re ji wan paketan nebir. Em ji vî tiştî re şahid in. Bi izna Xwedê em ê li wê emaneta wî ya pîroz xwedî derkevin û em ê rêya wî bişopenin. Em ê wê ala ku wî hilgirtibû her tim bilind bigirin.”

“Di her tengasîyê de her tim li pêş bû”

Yaz ragihand ku Aytaç qet tu carî ji tehdîdan neditirsa û wiha axavtina xwe domand: “ Her tim di tengasî û zorê de xwe dida pêş, neditirsa, wêrek bû. Di dema wan bûyerên 6 û 8ê cotmehê de nêzî 500 kesî li derdora komeleyê dorpêç kiribûn. Birayê me Aytaç derkete hemberî wê girseya ku komeleyê dorpêç kiribû û axavtinek li wan kir. Ji wan re got ku ‘ Bila birakujî mebe, bila kurd kurdan nekuje, em jî misilman in, em jî ewladên vê xelkê ne. Hinek kes wê tênin lîstikê, hûn bi vî awayî dibin şirîkê vê fitneyê. Baş zanibin ku em misilman in, em serî li tu kesî natewenin. Her wiha em  ne alîgirên vê şerê ne. Werin ji vê lîstikê re nebin alav. Bila dêyên van însanan negrîn.’ Aytaç piştî ku vê axavtinê kir, ew girseya li wê derê gişt jê re çepika dan û ji wir vegerîyan. Ey zalimno! Wê zilamekî wiha qenc û zilamekî aştîyê qetil kir. Wê kezeba me birîndar kir, ew gula me bû.

Piştî ku Yaz axavtina xwe xelas kir re Şeyhmuz Tanrikulu yê ku Serokê  Huda Parê ya Bajêra Diyarbekirê bû axavtinek kir. (İLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir