• DOLAR 32.564
  • EURO 34.864
  • ALTIN 2428.966
  • ...
Di derbarê mijara cinayeta Soysal de biryara binçavkirina 19 polîsan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor xebera Yenîşafakê di derbarê Cevzet Soysal ê ku karkerê TPOAyê bû û bi talîmata  çend midurên polîsan ve ji teref Ekîba Lêkolîna Faîlên Meçhûlan ve bişkence hatîbû qetilkirin de biryara binçavkirina 19ê polîsan hat dayîn.

Polîsê ku di wextê xwe de di Midurîtîya Emnîyeta Batmanê de dixebitî destnîşan kiribû ku çend polîs bi emre midurên xwe Cevzet Soysal serê sibê ji ber mala wî revandibûn. Ev revandinê ku ji teref polîsan hatibû kirin di bin navê JÎTEMê de hatibû nîşan dan. Polîsê ku vî tiştî îtîraf kiribû ragihand ku piştî ku Cevzet Sosyal tê revandin li çoltera Beşîrî ji teref polîsê ku navê wî B. yê ve tê şikandin û  bi vî awayî ji teref B. ve tê kuştin. Piştî ku tê kuştin jî wî li wê çolterê veşardine.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir