• DOLAR 32.591
  • EURO 34.782
  • ALTIN 2505.43
  • ...
"Polîs çima qatilên zavayê min destgîr nake?"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Salîha Erdogan a ku xwesûwa Aytaç Baranî ye di derbarê qetilkirina zavayê xwe de wiha axivî: “  Zavayê min kesekî xebatkar û xêrxwaz bû, jiyana xwe ji îslamê re kiribû feda. Ji ber vê yekê ji teref derdora xwe ve dihat hezkirin.Zavayê min îxtîmalê ku ji ber ku xebatên îslamî dikir  hinek kes wî ji xwe re xistibin hedef. Lewra vaye 23 sal çêbû ku em li taxê Şehîtlîkê dijîn. Rojek ji rojên Xwedê kesek nehatîye li ber devê derîyê me û ji zavayê min gilîdar nebûye, zavayê min dilê tu kesî neşkandibû. Heke sûcekî Aytaç hebe ew jî misilman bûyîna wî bû.  Her tim alîkarîya feqîr û jaran dikir. Ma çi heqê we lê hebû we wî qetil kir û zarokên wî sewî hişt? Çima polîs hêj jî qatilên wî destgîr nake?”

 “Min ji dê û qîza Selahadîn Demîrtaş re dersa Qur’anê da”

Xwesûwa Aytaç Baranî axavtina xwe wiha domand: “ Bavê Selahadîn Demîrtaş hat ji min re got ku ‘ji bo riza Xwedê bi xanim û qîzamin re eleqedar û têkildar bibin, tiştinan hînî wan bikin.’ Hûn dikarin vî tiştî ji dêya Demîrtaşî pirs bikin. Ji dê ya wî ya ku dihat dersa Qur’anê ji me distand bipirsin çi zirar ji me dîbû. Çi heqê Demîrtaş hebû ku zavayê min da kuştin, nevîyên min sewî hişt. Xwedê Te’ala zarokên wî jî sewî bihele. Qatilê bavê nevîyên min Demîrtaş û alîgirên wî ne.”

“Ên ku zavayê min kuştin 20 kes bûn lê hêj jî qatil nehatine destgîr kirin”

Salîha Erdogan wiha dawî li axavtina xwe anî: “ 20 kesan zavayê min kuşt, lê belê hej jî yek ji wan jî nehatine girtin. Bila polîs berî gavekî wan qatilan tesbît bike û wan bigire. Her wiha bila ev tişt bê zanîn ku em ê zarokên Aytaç Baranî jî mîna Yasîn û Aytaç mezin bikin, ji bo dawa û dozê çi lazim be çi pêwîst be em ê bi cî bînin û mucadeleya xwe bidomînin. Ez ji xortan dixwazim ku rêya Yasîn û Seydayê wî bişopenin.” (İLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir