• DOLAR 32.588
  • EURO 34.856
  • ALTIN 2491.829
  • ...
Girtina li ser komeleyên îslamî bêhiqûqî ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev li ser girtina ku li komeleyên îslamî hatin kirin bû sedemê bertek û reaksîyonan.

Ser de girtinên komeleyên îslamî bi banga sibe hat kirin. Polîsan di ser de girtinên komeleyên îslamî de derîyan şikandin û alavên komeleyan tahrîb kirin.

Komeleyên ku polîsan ser de girtin ev in: Navenda Giştî ya Cemîyeta Mustezefan, Yenî Îhya Der, Selam-Der, Îlîm-Der, Camî-Der, Yusufî-Der û Koy-Der.

Serokê Giştî ya Cemîyeta Mustezefan parêzer Abdulganî Orhan di derbarê van li ser de girtinan de bertek nîşan da û ragihand ku ev ser de girtinên ku hatine kirin bêhiqûqî ye.

Orhan, di derbarê bûyerê de bertek nîşan da û wiha got: “Êdî hiqûq di bin pêyan de ye. Derîyên komeleyan bêxeber şikandine û têketine hundir. Xeber nedane dergevan jî. Ev der komelyekî alîkarîyê ye. Polîs dixwazin çi bikin? Gelo her çi qas em dengê xwe dernexin ew ê li ser komelyên me de bigirin û ew ê însanê me aciz bikin?”  (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir