• DOLAR 32.496
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2434.391
  • ...
Li cûr bi cûr bajêran ji bo Şehîd Aytaç Baran nimeja cinaze ya giyabî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bona Şehîd Aytaç Baran ê ku  li Diyarbekirê li ber mala xwe ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin li Kayserî, Meletî, Bursa, Mereş, Dîlok, Konya, Riha, Mêrsîn Çewlig, Hatay û Stenbolê nimeja cinazê ya giyabî hat eda kirin. Piştî nimejê di derbarê giringîya rojavê de daxuyanîyên gelekî girîng hatin dayîn.

Li bajêrên ku li jor navên wan hatinê rêz kirin piştî nimeja înê xelk li hev civîyan û ji bona Şehîd Aytaç Baran ê ku ji teref PKKyîyan vê li Diyarbekirê di kemînekê de hatibû şehîd kirin nimeja cinaze ya giyabî eda kirin.

Piştî ku nimeja cinazê ya giyabî hat eda kirin li her bajarî di derbarê girîngîya ro jêvê û di derbarê şehîdîya Aytaç Baran de peyamênên girîng hatin dayîn. Di daxuyanîyên ku ji bajarên cûr bi cûr hatine dayîn de peyamên herîn girîng û hevkar peyamên mîna zilm û zordarîya ku PKKê li heremê dike û bêdengmayîna misilmanan li hemberî vê zilmê bû. Her wiha dema ku daxuyanî dihatin xwendin her tim û bênavbir tekbîr dihatin gotin û  li dijî PKKê slogan dihatin avêtin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir