• DOLAR 32.594
  • EURO 34.874
  • ALTIN 2505.159
  • ...
"Li heremê birakujî tune ye, pêvçûna heq û batil heye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bona Şehîd Aytaç Baran ê ku  wan rojên derbasbûyî li Diyarbekirê li ber mala xwe ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin li Stenbolê nimeja cinazê ya giyabî hat eda kirin. Piştî nimejê di derbarê giringîya rojavê de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku li heremê birakujî tune ye, pêvçûna heq û batil heye.

Ji bona Şehîd Aytaç Baran ê ku li Amedê bi kemînekê namerdanê ji teref PKKyîyan ve hatibû qetilkirin li Camîya Fatîha Stenbolê nimeja cinaze ya giyabî hat eda kirin. Girseya ku piştî nimeja înê li hewşa camîyê lê hev  civîyan ji PKKê re lanet xwend û bênavbir sloganên mîna “ Şehîd Aytaç rêya te rêya me ye, Qatil PKK, Ji bo zaliman bijî cehennem, Misilman nerazê li birayê xwe xwedî derkeve” hat gotin.

“Şehîd xwedîyê ehleqa sahabîyan bû”

 Di derbarê rojavê de Serokê Bajêra Stenbol ya HUDA PARê Erdal Elîbuyuk wiha axivî: “ Berî vê 8 meha me li vê derê ji bona Şehîd Yasîn û hevalên wî li hev civîyabûn. Di navbirê de 8 meh derbas bû û îro jî em ji bona Seydayê Şehîd Yasîn Boruyê li vê derê li hev civîyan. Ên ku Seydayê Yasînî nasdikir digotin ku heya ya wî mîna Hz. Osman, wêrekî û cisareta wî jî mîna ya Hz. Hamza bû. Em şehîdîya birayê xwe Aytaç Barn pîroz dikin. Ji Rebbê aleman jî ji malbat û hevalên wî re sebr teleb dikin.”

 “Misilman ji bina îslamê canê xwe feda dikin”

Di nimeja cenaze ya giyabî ya kul i Stenbolê hat eda kirin de li ser mijarê Serokê Bajêra Stenbol ya HUDA PARê Erdal Elîbuyuk di derbarê mijarê de wiha got: “ Ew bûyerên ku li rojhillat diqewinmin ne şerê bira ye. Şerê heq û batil e. Çawa ku pêvçûna Habîl û Qabîl  ne ev bû, bi heman awayî ev pêvçûn jî mîna ya wan pêvçûna heq û batil e. Misilman her tim mîna Şehîd Baran ji bona îslamê canê xwe feda kirin.”

“Ev pêvçûn hêj ji wextê Qabîl ve heye”

Rojnameger Abdullah Aslan jî li ser mijarê axavtinek kurt kir û wiha got: “Van zaliman birayekî me din jî şehîd kirin. Elbet ev zalim wezîfeyên xwe bi cî tenin. Ev tişt hêj wextê Qabil û vir ve didome. Bi izna Xwedê şehîdên me diçin cennetê. Misilmanên heremê her tim  laqayî zilmê tên.  Misilman ji bona dersa Qur’anê bidin, şehîdan didin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir