• DOLAR 32.318
  • EURO 35.111
  • ALTIN 2300.388
  • ...
Haydê zarokno bazdin dersa quranê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dibistan ketin betlanê û bi milyonan zarok wê 3ê meha tatîlê bikin. bi betlana dibistanan re qursên Quranê hat rojevê. Îlahîyatvan û seyda û ulema beyan dikin ku ji bo zarok bi terbîyeke îslamî bighê bar û webalekî mezin dikeve ser milê dê û bavan û behsa girîngbûna medrese û qursên quranê kirin.

Bi milyonan xwendevan, ji bo sê mehan betalanê bikin qarneyên xwe stendin. Di van rojên pêşîya me de jî wê qursên Quranê vebin û dest bi dersa Quranê bikin.

Her sê mehên tatîlê ji bo zarokan hem îstrhete û hem jî hînî agahî û ilmê nû dibin. Pispor di van sê mehan de xwendevanên zarok dawetî bibal dersa Quranê û qursan dike.

Ji Edirneyê bigrin heta Qersê, ji Sînopê bigrin heta Hatayê, li giştîyê Tirkîyeyê wê qursên Quranê webin û zarokên biherikin camî û mizgeftan. Wê zarok li camî û mizgeftan dersên Qurana pîroz, sîyer, dersa exlaq û wek dersên din, wê Îslamê baş û xweş hîn bibin û bielimin.

Ulemayên Îslamê, beyan dikin ku ji bo zarok bi exlaqê Îslam û Quranê mezin bibin, bar û mesûlyeteke mezin li ser milê dê û bavê zarokaye û weha gotin: “Hewceye ku zarok di umrê xwe yê zaroktî de Îslamê nasbikin û hînbibin.”

Alim û maqûlên herêmê di dewama daxuyaniyê xwe de weha dibêjin: “Di van rojên ku rageşî û alozî de em careke din baş fêm dikin û dibînin ku sedema wê hemî tev ji ber çima nesleke ji Quranê dûr hatiye gihandin ji lew rewşa herêmê li ber çava ye. Ger em wek dê û bav, bi exlaqê Quran û sunnetê tevbigerin û hînî zarokên xwe bikin û em teşwîq bikin, wê demê zarokên me jî wê bi wê rast û durust mezin bibin û bighêjin. Lazime û hewceye ku zarokên me di vê betlana havînê ya sê mehan de Quranê hîn (İLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir