• DOLAR 32.575
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2493.377
  • ...
Cemiyeta Mustezafan:Li hember zilmê rabe ser pîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cemîyeta Mustezefan, derbarê qetilkirina serokê Yenî Îhya-Derê şehîd Aytaç Baran de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de gazî hemû sazîyên civakî yên sivîl û cemaetên îslamî yên li Tirkîyeyê kirin û bi navê “Li hember zilmê rabe ser pîya. Li birayê xwe xwedî derkeve”

Piştî serokê komela Yenî Îhya-Derê ji teref HDP/PKKê ve bi awayekî namerdî hat qetilkirin, Cemîyeta Mustezefan, daxuyaniyek medyayî ya nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat îfade kirin ku divê bila leşkerên tarîtîyê zen nekin ku birayê wa yên ku hatine qetilkirin wê bê ji bîrkirin. Ne zilm û qetlîamên do û ne jî yê îro nehatine ji bîrkirin û ji bîr nakin.

Detayên daxuyaniya ku ji navenda giştî ya Cemîyeta Mustezefan hatiye weşandin weha ye:

Coğrafyaya kurdistanê, ciwanmerd û egîtekî xwe yê aşiqê şehadetê û mamosteyê kî din jî teqdîmî xweda kir.

Serokê Yenî Îhya-Derê, birayê me Aytaç Baran, ji aliyê zaliman ve bi kemîneke tarî marûzî êrîşa bi çek bû, xwîna wî ya ezîz herikî erdê, şerbeta şehadetê vexwar û derket dergeha îlahî.

Şehîd Aytaç Baran, di sefên doza îslamî de bi sedem xizmeta wî ya di ber dîn de, di gelek îşkenceyan re derbas bû bi salan di zîndanê de maye û bi kurtayî mucahîtekî ku heyat û jîyana xwe ya 34 salî di ber xweda de nezir kiribû.

Dostê xizan, xerîb û sêwîyên ku di nava bajarê Amedê de jîyana xwe bi zehmetî dimeşand bû û bi destê wan sêwî û xizanan digirt. Ji wan kesên ku li sifreya wan nan, dilê wan de hezkirin û xwejî hebû re dost bû.

Em wek hevaldozên wî helbet em bi keser û xemgîn in. Em hemî tev aqûbeteke pîroz ya weka Şehîd Aytaç Baran daxwazdikin û li ser navê wî jî em bextewarin.

Bila leşkerên tarîtîyê zen nekin ku birayê me yên ku hatine qetilkirin wê bê ji bîrkirin. Ne zilm û qetlîamên do û ne jî yên îro nehatine ji bîrkirin û em ji bîr nakin. Em bi bîrdixin û îqaz dikin ku kî çi biçîne wê wî biçinin.

Dema ku em bi xwîna xwe ya sor a di kulma xwe de herin hizûra Xweda, hûnê  jî bi rûyê xwe yê reş û tarî herin cehennemê.

çawa ku me îman anîye ku em bi şehadetê qezenc dikin, me dîsa îman anîye ku hûnê jî xusranê û zelîl bibin.

Bi vê sedemê, em bang û gazî li hemû camîayên îslamî, cemaet û sazîyên sivîl, davet dikin ku bi navê “Li hember zilmê rabe ser pîya. Li birayê xwe xwedî derkeve” protesto û daxuyaniyên medyayî yê girseyî li dar bixin. Em hemî birayên xwe yên ku ji zilma zaliman perwa nakin dawetî îcabeta vê bangewazîya xwe dikin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir