• DOLAR 32.625
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2508.106
  • ...
Sûcê Aytaç Baranî tenê misilman bûyîn bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xanima Aytaç Baranî Gulşen Baran di derbarê mêrê xwe de destnîşan kir ku mêrê wê di nava xelkê de ji ber karen bixêr yên ku kiribûn dihat naskirin û hezkirin, her wiha bi misilmantîya xwe dihat naskirin.

Gulşen Baran di derbarê Aytaç Baran de wiha ragihand: “Ji dema ku min wî neskiriye heta îro jiyanê xwe fedayî îslamê kiribû. Ji feqîr û jaran re alîkarî dibir, her tim ji bona birayên xwe yên misilman dixebitî. Her tim di rêya Qur’anê de bû û hemû kes ji wî razî bûn.Ji bona zarokan digot ku pêşeroj in.”

 “Gelekî zêde ji zarokan hez dikir”

Gulşen Baran axavtina xwe ya di derbarê mêrê xwe Aytaç Baran de wiha domand: “Aytaç gelekî zêde ji zarokan hez dikir. Her dema ku dihate malê kêfa xwe ji zarokan re dianî, serê wan mist dida. Dile tu kesî nedişkand. Her tim xwesteka xwe ya şehadete dianî ziman. Ji min ji bo ku şehîd bibe dia dixwast. Di bûyerên 6 û 8ê cotmehê de dema ku Şehîd Yasîn û hevalên wî şehîd bûn gelekî xemgîn bûbû. Her tim wan bibîr dianî û kûr kûr difikirî. Ez niha ducanî me. Aytaç dixwast ku navê zarokê me ku biwelide navê Şehîd Yasîn lê deyne.”

 “Sûçê wî misilman bûyîn bû”

Baran axavtina ya di derbarê mêrê xwe de wiha da domandin: “Mêrê min j imin xwestibû ku dema ku şehîd bibe wî li Goristana Derê Mêrdînê bisperin axê. Lê belê ji berk u cih li wir nemabû em mecbur man ku wî li goristana Yenî Koyê bisperin axê. Dema ku me xwest ku wî li Goristan Yenî Koyê bisperin axê me dît ku şaredarî berî niha li cem gora Şehîd Yasîn gorek vedaye. Ez nizanim çi jê xwastin, qey sûcê wî misilman bûyîn bû.”

“Qatilên bavê zarokên min Demîrtaş û alîgirên wî ne”

Baran wiha dawî li axavtina xwe anî: “Gelek caran lêpirsîn li mêrê min dikirin, gef li wî dixwarin û jê re digotin ku em nahêlin ku tu li wan deran bijî. Qatilên bavê zarokên min Demîrtaş û alîgirên wî ne. Ên ku van tiştan kirine alîgirê PKK/HDPê ne. Gelo dê ji wan pêve kî neyartî li me bike.Mêrê min mutedeyyîn û dîndar bû, xebat û mucadeleya wî hebû. Ji ber van li ber çavan bû. Ez bangewazîye ji rayedaran  re dikin, bila qatilên mêrê min were dîtin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir