• DOLAR 32.426
  • EURO 35.01
  • ALTIN 2324.925
  • ...
Aytaç Baran bi tekbîran hat definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cenazeya Aytaç Baran ê ku Serokê Yenî Îhya Derê bû û li Amedê di êrîşêke biçek de hatibû qetilkirin, Baran bi beşdarbûna hezaran hezkirîyên wî li Goristana Yenî Koyê hat definkirin.

Hezaran hezkirîyên Baranî, ceseda wî ji mirîxaneyê Nexweşxaneya Selahaddînê Eyyûbî hilgirtin û bi wesayîtan birin Goristana Yenî Koyê.

Li Goristana Yenî Koyê heta dawîya definkirina cenazeye bênavbir sloganên mîna “ Bila PKK qehr bibe, Bila HDP qehr bibe,  Bijî Bijî Hizbullah, Qatil PKK ji Kurdistanê biqewite.  Wê Kurdistanji PKKê re bibe gor, Laîlahe Îllallah Mûhammed Resûlullah, Xweda Xweda Ey Xweda Ev Can Ji Bo Te Feda, Îslam Îslam Ey Îslam Ev Can Ji Bo Te Qurban, Îstiklâl û Azadî Kurdîstana Îslamî, Ji bo zalimên xwînxwar bijî cehennem û Şehîd Aytaç canê te canê me ye” hatin avêtin

Piştî ku cenazeya Aytaç Baran hat definkirin  Nivîskar û Lêkolîner Omer Çelîk li ser gora Şehîd Aytaç axavtinek kir.

“Me ji bo Xwedê ji mirinê hez kir”

Çelîk diyar kir ku ew ê bi mirinê be jî xwedî li emanetê şehîdan derkevin û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ey nefse me û ew rebenên ku bi me re şer dikin! Me wê dinyaya ku tê de zevq û sefa, meqam û şehwet heye ji xwe re nehilbijart û jê hez nekir. Me ji wan kesên ku van tiştan ji me re vaad kirine hez nekir. Me ji Xwedê, Resûl û îslamê hez kir. Me ji jiyana bi Qur’anî û can fedakarina li Kerbelayê hez kir. Me ji bo Xwedê ji mirinê hez kir.”

 “Em qencîya vî xelkî dixwazin”

Çelîk bal kişande wan salên 90an ên ku PKK wê demê gelek misilmanan qetil dikir û axavtina xwe wiha domand: “Xwedê jî dizane ku em qencîya vî xelkî dixwazin. Em qencî û başîya dinya û axireta vê xelkê kurd ên mezlûm dixwazin. Ev  dezgeha wehşî di salên 90an de mirasa zilmê ji kemalîstan dewr stand û misilmanên kurd qetil kirin. Ev sîstema ku dihat kirinji wê sîstemê ji PKK/HDPê re dewr kir. Me her car ji kesên siyasî vî tiştî got; Ev rêxistin ne qaîdeyan ne jî exlaqê nasnake. Ev rêxistin di cihên ku tê de bi hez be heqê jiyanê nade tu kesî din. Tehamila wî ji xeynî fikre xwe ji tu fikrên din re tune ye.”

“Ji serokên wan  heta rêvebirên komeleyên wan xizmetkarîyên MÎTê ne”

Çelîk diyarkir ku serok û rêvebirên komeleyên vê komê xizmetkarîyê ji MÎTê re dikin û axavtina xwe wiha domand: “ Ev rêxistin di nava xwe de 15 hezar kes înfaz kiriye ma ev rêxistin 3- 4 kurdan qeil nake? Ew ew qas bêkarekter in ku him dikûjin û him jî dikin hawar û dibêjin me dikûjin. Ji serokên wan heta îdarevanên komeleyên vê rêxistinê ji MÎTê re xizmetê dikin. YDG-H daxuyanî dide û dibêje ku vî tiştî MÎTê pêk anî ye.  Rast e. Heger vê qetilkirinê MÎT  kiribe wê deme rêvebirên komeleya we MÎT e, ji xwe KCK û YDG-H jî ji teref MÎTê ve hat damizrandin. Heke hûn dibêjin vî tiştî MÎT kiriye, wê deme MÎTên di nava xwe de derxin holê.

“Di mebeyna 4 salan de ji 10an zêdetir birayên me hatin qetilkirin”

Çelîk di derbarê qetilkirinên ku hatinê kirin de wiha peyivî: “ Di navbira 4 salan de ji 500î zêdetir êrîş li camîa û sazîyên me hatin kirin. ji 10an zêdetir birayên me hatin qetilkirin. Digel van hemû tiştan me ji bo ku di navbira kurdan de şer û pevçûn dernekeve me sebir kir û me zimanekî xerabkar bikar neanî. Ew kesên siyasî û ew komeleyên ku divîyabû  alîkarîya mezlûman bikin, lîbasa ziletê li xwe kirin û banqewazîya aqlê selîm kirin.Heger siyasî û ew sazîyên civakî di heman demê de bertek nîşanî wan dabana, îro ew kes vê êrîşa nemerd nikaribûn bikin.”

“ Heta ku neferek ji me bimene em vê heremê ji we re teslîm nakin”

Çelîk wiha dawî li axavtina xwe anî: “Dawa me îman ê. Ji ber vê yekê tu kes dê nikaribe me ji vê dawê vegerîne. Ji tarîxê ders û îbret bigrin.  Berî we gelek zalimên mîna Nemrûd bi Xwedê û dînê Xwedê re şer kirin. Lê belê hemû jî din ava sergoyê tarîxê de winda bûn. Rezîl û rûswa bûn. Hûn ê jî rezil bibin. We di wan salên 90an de vî tiştî ceriband, lê belê hûn bi ser neketin. Hûn îro jî serfiraz nebin. Sond li wî Xwedayê ku rihê me di deste xwe de digire. Heta kesek ji me bimene em ê vê heremê ji we re teslîm nekin. Dawa me îman ê. Ji ber vê yekê tu kes dê nikaribe me ji vê dawê vegerîne. Ev xwesteka vegerandinê dê di qirika we de bimene.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir