• DOLAR 32.386
  • EURO 35.096
  • ALTIN 2326.584
  • ...
Aytaç Baran hat definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cinazeya Aytaç Baran ê ku Serokê Yenî Îhya-Dera ku li navçeya Amedê feelîyet dikir û endamê Platforma Evîndarên Pêxember bû ji teref hezaran hezkirîyên wî ve li goristana Yenîkoyê hat definkirin.

Aytaç Baran ê serokê Yenî Îhya Dera Diyarbekirê bû û  hêj biçûkayî ve xwe dabû xebatên îslamî, di camîyan de beşdarî xelekê Qur`anê bûbû.

Hat diyarkirin ku Aytaç Baran, ji ber alîkarîyên ku dikir ji teref dikandar û xelkê taxa Ben û Sen û Şehîtlîkê ve  gelek dihat hez kirin.

Naskirî û xizmên Şehîd Aytaç Baran diyarkirin ku tu kes jê zirar nedidît, yekî xêrxwaz bû  û kêfa gelekî ji alîkarîyê re dihat. Ji ber vê yekê  ji teref xelkê gelek dihat hezkirin. Kesên ku li taxê rûdiniştin  dema ku xebera şehîdîya wî bihîstin şaş man.

Aytaç Baran her wiha bi xwendina Qur`anê û bi lev kirina îlahîya “Onderê me Pêxember” di dile xelkê de bi cih bûbû.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir