• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
"Em ê xebatên xwe bidomînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzedê serbixwê Mahmûd Kilinç encamên hilbijartinên parlementerîyê nirxand. Kilinç di destpêka nirxandina xwe de spasîya xwe ji kesên ku jê re ray dane re şand.

Kilinç di derbarê encamên hilbijartinan de wiha axivî: “ Encamên hilbijartinan qetîyen me sevkî bêhêvîtîya nake. Lewra em partîyekê dawê û dozê ne. Ji ber vê yekê em ê xebatên xwe bidomînin .

“Ev encamên hilbijartinan dê me sewkî bêhevîtîyê neke”

Kilinç di derbarê hilbijartinan de wiha dawî li axavtina xwe anî: “Me ev encam hevî nedikir. Lewra me ji erka xwe zêdetir wezîfeya xwe bi cî anî. Lê belê ev encamên hilbijartinan dê me sewkî bêhevîtîyê neke. Her wiha wek ku tê zanîn siyaset pêşbirkekê mîna rêyeke dirêj e. Em hêj destpêka vê rêyê de ne.  Di vê pêvajo ya hilbijartinan de her kesên ku raya xwe dabin me, kesên piştgirî dane me û li qadê xebitîne mala wan ave be, Xwedê ji wan razî be. Her wiha piştî vê saetê hemû kes ê biçe serê kare xwe bixebite, em jî wan xebatên xwe yên ku di hilbijartinan de kir, piştî vê saetê jî bidomenin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir