• DOLAR 32.555
  • EURO 34.908
  • ALTIN 2422.431
  • ...
MED-ZEHRA Demîrtaş derewand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku Demîrtaş navên komên ku alîkarîya HDPê kirine aşkere kir re, koma MED-ZEHRAyê wê daxuyanîya ya ku di derbarê destekdayîna HDPê tekzîb kir.

Di daxuyanîyê de hat destnîşan kirin ku Koma MED-ZEHRAyê heta îro HDP jî di nava vê de destek û piştgirî nedaye tu partîyên siyasî.

Di daxuyanîya ku Koma MED-ZEHRAyê belav kir de wiha hat ragihandin: “Koma MED-ZEHRAyê heta îro HDP jî di nava vê de destek û piştgirî nedaye tu partîyên siyasî. Her wiha heta îro di derbarê vê mijarê de tu daxuyanîyên piştgirî û alîkarîyê jî ji teref rayedarên me nehatiye dayîn. Em vê gotina birêz Demîrtaş ya di derbarê me de agahîyekê xelet a ku jê re hatîye pêşkeş kirin dinirxenin. Hinek ferdên cemaata me îcabetê vexwendina wan kirine û fikr û ramanên xwe anîne ziman. Lê ev ferd dildarên cemaatê ne, ne rayedar û berpirsîyar in. Ji ber vê yekê ew fikr û raman, hest û gotinên wan kesan Koma MED-ZEHRAyê girê nade, eleqedar nake.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir