Namzedê ku wenda bûbû hat ditîn
Halîl Îbrahîm Goguşê ku bûbû namzedê serbixwe yê Rihayê ew 4 roj bûn wenda bûbû, li Entabê hat ditîn
Halîl Îbrahîm Goguşê ku bûbû namzedê serbixwe yê Rihayê ew 4 roj bûn wenda bûbû, li Dîlokê hat ditîn. Hat diyarkirin ku Goguş li Entabê ji wesayîtekê hatiye avêtin û wisa hatiye dîtin.
Hat dîyarkirin ku welatiyan li ser rêya Dîlok û Rihayê dît ku kesek ji wesayîtekê avêtin û li ser vê bûyerê welatiyan gazî polêsan kir.
Polêsên Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Midûriyeta Bajêr, Goguş kontrol kirin û tu nîşana derb û cebrê li ser tuneye. Polêsan Goguş birin Nexweşxaneya Dewletê ya Doxtor Ersîn Arslan.
Li gor agahiyan piştî nexweşxaneyê wê Goguş ji bo îfadeya wî sewqî Midûriyeta Ewlehiyê bikin. (ÎLKHA)