Li Sêrtê muhîmat hat bi dest xistin
Hat ragihandin ku li çoltera navçeya Erûha Sêrtê muhîmat hat bi dest xistin.
Li çolwara navçeya Erûha Sêrtê 5 guleyên hawanê û roketekê antî tankê hat bi dest xistin
Li gor daxuyanîya ku walîtîya Sêrtê daye, li gunde Memiran (Gorendoruk)a Eruhê di nav hejikan de bi şiklekî veşartî 4 guleyên hawanê û guleyekê antî tankê hat bi dest xistin.
Di dewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ku muhîmatê ku hatinê bi dest xistin di heman cihê ku hatine bi dest xistin de hatine îmha kirin.
Hat ragihandin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin. (İLKHA)