• DOLAR 32.522
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2421
  • ...
"Şaredarîya ku bitrîlyonan pere ji derê re xerc dike, camîyê ji bîr dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şaredarîya Mezin a  Amedê ya HDPyî, li herema rêya 75emîn(75. Yol)  a Kayapinarê ji bo avakirina avahîya cih vekir. Lê belê ji ber ku ji avakirina camîyê re cih neda, xelkê mehelê bertek nîşanî şaredarîyê da.

Di derbarê mijarê de niştecihên herema rêya 75emîn ji ÎLKHAyê re axivîn. Xelkê taxê diyar kirin ku hejmara heremê  nêzî 12  hezar e û camîyek jî li herêmê tune ye. Xelkê taxê ji ber vê sedemê ji bo avakirina camîyê ji şaredarîyê teleba ruhsatê kirin.

“Em denge ezanê nabihîsin”

Di derbarê mijarê de ji xelkê taxê Omer Koca wiha axivî: “Hejmera heremê bi qasî bajêrekî ye, lê belê em denge ezanê nabihîsin. Ji vê heremê re camîyek pêwîst e. Em mecbur dimenin ku di mehên Remazanê de nimejên xwe yên terawîhan li ser giyayan bikin.”

“Ji camîyê re cih tune ye”

Necmetîn Taş jî di derbarê mijarê de bertek nîşanî HDP da û wiha axivî: “Ew şarederîya ku bi trîlyonan ji deran re xerc dike, dema ku hesabên îmarê dike li heremekî ku ku ji sedî 99ên wî misilmanê re  camîyê ji bîr dike.  We dêr ji bîr nekir, lê belê dema ku mijar ji camîyan vedibe gotina ‘Ji camîyê re cih tune ye’ dibêjin.  Şaredarî bi şiklekî îdeolojîk li vê meselê dinêre.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir