Îranê mewzîyên PKK û KDPÎyê bombebaran kir
Di piştî navbera şerê PKK û KDPÎyîyan de, artêşa Îranê mewzîyê PKK û KDPÎyîyan yên ku li herêma Kelaşînê bûn bombebaran kir.
Îranê mudexeleyê rageşîya ku di navbera Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê û PKKyê kir û mewziyê wan bombebaran kir.
Bombebarandina arteşa îranê ya ku duh bişev li dijî her du rêxistinan dest pê kiribû îroj jî heta dane nîvro dewam kir.
Berpirsyarê KDPîyê Mûhammed Salîh, dest nişan kir ku bomberana ku arteşa Îranê li wan kiriye bi tevgera bejayî li bajarên Ormîyeyê û Şîno hatiye kirin.
Piştî bombebarana artêşa Îranê pevçûnên ku di navbera KDPÎ û PKKyîyan de qewimî bû ber destê êvarê dawî bû û KDPÎyîyan hêzên xwe vekişand derdora herêma Kelaşînê. (ÎLKHA)