• DOLAR 32.346
  • EURO 35.132
  • ALTIN 2306.494
  • ...
Eşîrên Sason(Qabilcewz)ê jî piştgirî dan Aydin Gok
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Eşîrên Bidrî, Derxanî,Celalî, Koramî, Şîgo, Begrînî, Şarro û çend eşîrên ku di nav sînorên navçeya Sasonê ya Êlihê de dimenin qerar dan ku di hilbijartinên 7ê hezîranê de piştgirîye bidin Aydin Gok.

Eşîrên ku qerara piştgirîyê dan,  bi şiklekî têvahî ji Sasonê hatin Êlihê. Eşîr li ber AVMya Batman Parkê kom bûn û heta lokala hilbijartinê meşek li dar xistin. Eşîrên Sasonî, heta devê lokala hilbijartinê li ser hev sloganên mîna ‘Bijî Aydin Gok’, ‘Êlih û Sason bi hev re’ , ‘ Wê Aydin Gok were , Batman ê Aramî bibîne’ gotin.

Namzetê xweser Aydin Gok jî eşîrên Sasonî pêşwazî kir û yek bi yek hev du hembêz kirin. Piştî pêşwazî kirine Aydin Gok wiha axivî: “ Slav li we be ey birayên min  misilmanên! Slav li ser we be ey birayên min ên derdkêş û xemkêş! Hûn bi selawat û tekbîran heta vê derê hatin û we zehmet kişand. Xwedê ji we razî be. Xwedê Te’ala muhebbeta we zêde bike. Xwedê Te’ala me  teva di bin ala tewhîdê de li hev bicivîne. Xwedê Te’ala, wê dengê Muhammedî çawa ku li mizgeftan bilind kiribe bila di nava meclîsê de jî wî dengê Muhammedî bilind bike.”

“Hikumeta ku pesna xwe bi çêkirina rêyan dide gelo nikare rêya gundên Sasonê çê bike?”

Gok, di berdewama axavtina xwe de wiha peyivî: “ Me weke wan herêmên din li vê herême jî gund bi gund gerîya.  Me ji  gundîyan bihîst û me dît ku tu xizmet nehatiye kirin. Va ye ev bû sê heyam ku ev xelk piştgirîye dide hikumetê. Lê bele hikuêet heta niha tu tişt ji vê herêmê re nekiriye. Ew hikumeta ku dibêje em rê di bin behrê de dibin û pesna xwe dide gelo nikare rêya gund û gundikên Sasonê çê bike?”

“ Dema ku em werin hilbijartin em ê bibin xizmetkarê vî miletî”

Gok, axavtina xwe her wiha domand: “ Xwedê heger nesîp bike û em werin hilbijartin hûn ê jî bibenin ku em ê nebin mîna wan parlementerên din ku piştî ku tên hilbijartin we ji bîr dikin. Em ê ne ji bo ku bibin efendî biçin meclîsê. Em ê ji bo ku ji we re bibin xizmetkar biçin meclîsê.”

“Me dît ku parlementerên ku ji Êlihê hatine hilbijartin tu tişt ji Êlihê re nekirine”

Gok wiha dawî li axavtin axwe anî: “ Me li  zabitnameyên meclîsê nihert. Me dît ku parlementerên ku ji Êlihê hatine hilbijartin tu tişt ji Êlihê re nekirine. Bawer bikin me ji xeynî du tiştan tiştekê din di wan zabitnameyan de nedît ku ew her du tişt jî ev bûn: A yekem pêşnîyaznameya partîya HDPyê bû ku parlementerên HDPyî yên Êlihê di derheqê mamosteyekî ku xwendevanên mekteba xwe  biribû nimeja înê de pêşnîyaznameyek dabûn meclîsê. Ev tişt jî diyar dike ku hereketa wî mamosteyî HDPyîyan aciz kiriya. A duyemîn jî parlementerek di salvegara rehmetî Mamoste Erbakan de di meclîsê de axavtinek kiriye. Ji xeynî van her du tiştan tiştekî din nehatiye kirin. Ango ew parlementerên ku berî niha hatine hilbijartin kerî tiştekî nehatine, ji vê xelkê re tu tişt nekirine. “

Piştî axavtina Aydin Gok, Endamê Şuraya HUDA PARê Beşîr Şîmşek axavtinekî kurdî kir û spasîyên xwe ji bo piştgirîyê eşîrên Sasonî anî ziman.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir