• DOLAR 32.37
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.24
  • ...
Aydin Gok gundên Êlihê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzetê parlementerê xweser a Êlihê  Aydin Gok ya  ku HUDA PAR piştgirîye didiye  digel çend kesên ji şaxa HUDA PARa Êlihê çûne ziyareta gundên bajarokên Heskîf û Kercewsa Êlihê.

Aydin Gok û heyeta pê re li gundên Difneya Heskîfê , li Xiraba Bena û Şifereya Kercewsê bi şiklekî coş ji teref gundîyan ve hat pêşwazî kirin.

Gok, derd û kulen gundîyan guhdar kir bi wan re sohbet kir. Her wiha behsa tiştên ku dema têkevin meclise dê bikin kir û  ji bo hilbijartinên 7ê hezîranê piştgirîyê ji gundîyan xwest.

Gok, ji gundîyan re wiha axivî: “Dema ku me raya xwe avêt divê em baş bifikirin. Lewra ev karekî girîng e. Çawa ku em kargeh û wesayîta xwe nesperin hemû kesî, bi heman awayî jî divê em îdareya vî welatî nesperin wan kesên ku qenaeta me li wan naye.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir