• DOLAR 32.381
  • EURO 35
  • ALTIN 2326.131
  • ...
Em rê nadin Kurdistan bibe cihê tesfiyeya hesabên siyasî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser şerê navbera PKK û PDKÎ de, ku bûbû sedema kuştina pêşmergeyekî PDKÎ, li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de bal kişande ser hesabê PKKyê yên siyasî.

Barazanî di peyama xwe de dest nişan kir ku, Gelek bi tundî wê şer û aloziyê şermezar diki. Barzanî her wiha got hîç berjewendiyek li pevçûn û şerê xwekujiyê da tüneye.

Peyama ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye weşandin bi temamî wihaye:

Bi navê xwedayê mezin dilovan

Gelek bi tundî wê şer û aloziyê şermezar dikim ku roja 24.05.2015 li navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê(HDK-I) li navçeyên tixubiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îranê da rû daye. Daxwaz ji her dû aliyan dikin ku dan bi xwe da bigrin û kêşeyan kûrtir nekin û nebin sedema belavbûn û geşkirina aloziya di navbera wan û kêşeyan li rêya guftûgo û hevdû têgihîştinê çareser bikin.

Şerê xwekujî ziyana hemû aliyekî têda heye û kesek jî li vê şerê da serkeftî nabê. Ne li asta partiyê de û ne li asta neteweyî de hîç berjewendiyek li pevçûn û şerê xwekujiyê da tûne. Berê jî min gihandiye ku divê bi hemû awayekî şerê xwekujî nemîne û bê heram kirin û niha jî bi heman awayî dûbare dikim ku nabê şerê xwekujî hebê û xwîna Kurd bi destê Kurd birijê. Pêwîste her dû alî li asta berpirsiyariya nîştîmaniyê de bin. Her cûre şer û pevçûnên di navbera aliyên Kurdan ziyanê li pêgeh û nav û dengê gelê Kurdistanê dide û bextewerî û hêviya xelkê Kurdistanê jî têk dide.

Bi hemû aliyek jî radigihînîn ku rê nadîn qada Kurdistanê bibê cihê tesfiyeya hesabên siyasî ya aliyan ya li gel hevdû. Pêwîste jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe ji bo kontrolkirina rewşê û rêgirtina li geşbûna aloziya di navbera van dû aliyan bide. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir