• DOLAR 32.314
  • EURO 35.064
  • ALTIN 2279.904
  • ...
Saziyên sivîl yên Wanê:  Li Amedê polîs wek leşkerên Sisî tevgerîyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Komeleya Mustezafan a Şaxa Wanê û Serokê Komisyona Medyayayî û Danasînê ya Komeleya Ciwanan a Anatolîa ya Şaxa Wanê, mudexele û tundîya polês ji ÎLKHAyê re nirxandin û dest nişan kirin ku sedeme vê bûyerê helwesta polês a provokatif e û polêsên Amedê wek leşkere Sîsî tevgeriyan e.

Serokê Komeleya Mustezafan a Şaxa Wanê  Recep Karabûlak dest nîşan kir ku hikumet û Serokomar Recep Tayîp Erdogan qerera dardekirina Mûrsî û hevalên wî suîstîmal dikin. Karabûlak îfade kir ku mudexeleya polês ji bo hewldana  qut kirina denge misilmanan e

Serokê Komeleya Mustezafan a Şaxa Wanê Karabûlak nirxandina xwe ya li ser tundiya polêsên Amedê wiha domand: “Dibên qey ew girseya îslamî dê li wê derê sergermîyek mezin kiribana ku polêsan bi gaza bombeyî mudexeleyî li wan kir. Hâlbukî girseyê xîçek jî ji erde ranekiriye. Polês ev rind dizanî bû, lê dîsa jî gelê Amedê fît kir. Em dibêjin di vê helwestê de hesabên cuda hene.”

Karabûlak axavtina xwe her wiha domand: “Parêzgeha Amedê du standardîyê dike. Aligirên HDPyê li her cîh û waran meşan li dar dixin û sergermîyê jî derdixe, lê saziyên îslamî heta îroj pirsgirêkekî herî piçûk jî dernexistîye.Lê  digel vê yekê polês mudexeleyê girseyê kir, ev jî tiştekî sosret e.

Serokê Komisyona Medya û Danasînê ya Komeleya Ciwanan a Anatolîa ya Şaxa Wanê Ûsif Aydin jî îfade kir ku ev bûyera ku li Amedê hatiyê qewimîn sedeme politikaya hikumetî ya derveyî ye.

Serokê Komisyona Medyay û Danasînê ya Komeleya Ciwanan a Anatolîa ya Şaxa Wanê Aydın wiha dest nîşan kir: Hikumet ev 12 salê polîtîkayên Ewrûpayê dimeşîne. Gotînê hikumetê me, kefxweş dike lê bele kiryarên hikumetê Siyonîszmê kefxweş dike. Ji ber vê yekê bûyerê ku roja înê li Amedê qewimîye rûyê AK Partiyê derxist holê. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir