"PKK êrîşî pêşmergeyan kir"
Berpirsiyarên rêvebirên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku, gerîlayên PKKê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê êrîşî pêşmergeyan wan kirine û hêj êrîşên wan didomin.
Mihemed Salih, berpirsîyarê pêwendîyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ji malpera KDP.info re wiha ragihand: “Ev çend roj bûn hêzeke PDKÎ li devera sînorî ya Keleşînê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibûn dorpêçkirin, lê piştî van rojan, îro gerîlayên PKKê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê êrişî pêşmergeyan wan kirine û hêj êrişa wan berdewam dike.”
Salih axavtina xwe wiha domand: “Ev çend roj bûn me hewl dida ku rê li ber şerê birakujî û xiyanetê li hember gel û welat bigirin, lê gerîlayên PKKê ji 2 aliyan ve êrişî me kirin û niha hêzên me bi tundî tên agirbarankirin.”
“Ew dixwazin xwîna kurdan birjînin.”
Mihemed Salih wiha dawî li axavtina xwe anî: “Niha jî em dixwazin rewş aram bibe û rê li pêşîya êrîşa PKKê bê girtin, ji ber ku em şerê birakujîyê bi xiyaneta neteweyî dizanin. Ev hewlên PKKê bo şer li dijî hêzeke xebatkar û Kurdistanî kareke ne rewa ye, û nîşan dide ku ew dixwazin xwîna kurdan birjînin.”(ÎLKHA)