• DOLAR 32.59
  • EURO 34.821
  • ALTIN 2509.419
  • ...
HDPyîyan  rojnameger derb kirin û dest danîn li ser mekîneya wî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Rojnamegerê ÎLKHAyê Cuneyt Hasar xwest ku fotografên kesên  HDPyîyên ku  di çavderîya hevserokê DBPê ya bajaroka Muradîya Wanê Hîcran Arpa de afîşên namzetê xweser Mehdî Oguz jê dikirin û yên xwe di şûna wan afîşan de pê ve dikirin bigire ku ji teref HDPyîyan ve hat derb kirin.

Li gor hatiye diyarkirin rojnameger Cuneyt Hasar ji teref Mustafa Arpa yê ku bavê Hîcran Arpa ye ve bi  tevşo hat derb kirin.Di encama êrîşê de rojnameger Cuneyt Hasar birîndar bû û wî rakirin xestexanê.

Di dema êrîşê de mekîneya rojnameger Cuneyt Hasr hat xesb kirin. Di bûyerê de tiştê herî balkêş jî mekîneya ku hat xesb kirin ji teref Hevserokê DBPê Hîcran Arpa ve hat xwestin.

Li gor agahîyan, rojnameger Hasar piştî ku li xestexanê hat derman kirin  îfade da. Hasar di derheqê hinek kesên ku wan tespit kiribû da gilîdar bû.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir