"Devê ku ji bo îxtîlafê diaxive spîkerê dijminan e"
Rêberê Înqilaba Îslamê ya Îranê Seyyîd Alî Hamaney bi pêşbirkên navnetewî yên Qur'anê re li Tehranê hevdîtinek pêk anî û diyar kir ku devê ku ji bo îxtîlafê diaxive spîkerê dijminan e
Seyyîd Alî Hamaney di civîneke de pêşbirên pêşbirka Qur’anê qebûl kir û di civînê de ragihand ku deve ku ji bo îxtîlafê diaxive spîkerê dijminan e.
Hamaney di derbarê rewş û pirsgirêkên misilmanan ya îro de û derbarê çareserî ya van pirsgirêkan de wiha axivî: “ Îro li cîhanê temamê misilmanan di nav êş û zehmetîyê de ne , di nav misilmanan de şerê nevxweyî yên ji ber sedemên cahîlî hêj jî didomin. Derman û çareserîya van pirsgirêkan tenê teslîmbûna Qûr’anê ye.”
Hamaney wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Mefhûmên mîna şiî û sunnî, ereb û ecem, xelk û miletperestî ji teref kesên xêrnexwazin ku nebaşîya ummetê dixwazin hatine îcad kirin. Divê em li hembêrî van tiştan bi basîret û ezm li ber xwe bidin, mucadele bikin.”(ÎLKHA)