• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Kilinç: Di meclîsê de ez ê bibim dengê xelkê me
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzetê xweser Mahmud Kilinç, di derbarê xebatên hilbijartinê de wiha got: “ Dema em li Mêrdînê xebatên xwe yên hilbijartinê dikin, em bi zimanê kurdî, tirkî û erebî dikin. Lewra wek ku tê zanîn Mêrdîn ji alîyê nejatê ve qewmên cuda di nav xwe dihewîne . Em bi vî awayî derd û kulên xelkê yên Mêrdînî guhdar dikin.”

Namzetê xweser Kilinç di derbarê bûyerên 6 û 8ê cotmeha 2014an de jî wiha axivî: “ Ew wehşeta ku di 6 û 8ê cotmeha 2014an hat kirin li ser xelkê herêmê tesîrekî mezin hişt. Di wan bûyeran de xort û ciwan bi şiklekî wehşî  û hovane hatin qetil kirin, Qur’an hatin şewitandin. Bi kurtasî ew bûyer ji Kobanê zêdetir xelkê heremê mexdûr kir.  Em bawer dikin ew kesên ku vê wehşetê kirin dê hewl bidin da ku ev mijar tênekeve nava meclîsê.  Lê belê em ê vê wehşetê bi dengekî bilind li meclîsê bînin ziman.  Her wiha hikumet van bûyeran temaşa kir . Ji ber vê yekê hikumet bawerîya ewlehîyê nade xelkê.  Xelkê herêmê dixwaze ku em têkevin meclîsê. Heger em têkevin meclîsê em ê bi dengekî coş gelek tiştan bînin ziman. Em ê li meclîsê bibin denge xelkê xwe.”

“Gotinên ku em ê bibêjin hene”

Kilinç piştî ku projeyên xwe di derbarê Merdînê de got re axavtina xwe wiha bi dawî anî: “Gelek tiştê ku em ê bibêjin hene.  Gelek pirsgirêkên Tirkîyê û Merdînê hene ku bi salan têketine ser hevdu. Em ê van pirsgirêkan bi dengekî bilind û bêtirs bînin ziman. Lewra  em namzetên Azad, ji Xwedê Teala pê ve ji tu kesî natirsin, ji bo ku dilê kesî neşkî em ê ya heq venaşêrin . Em heqîyê ji ber ku heq e qîr û bang dikin. Di serê van tiştên ku em ê bibêjin de maf û heqên îslamî û însanî tên.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir