• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Lî Ercîşa Wanê pankarta gefxurê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Wanê afîşên bîlbordên ên ji muslixan xwîn diherikîn hê ji bîr nebûbû ku  îjar jî li Ercîşê pankartek gefxurî hat daleqandin.

Li devê  Taxa Yeşîlovayê pankarta bi gefa li ser navê xelkê cîwar hatiye daleqandin bû sedema bertekên xelkê cîwar.

Xelkê taxên ên ku bertek nîşan dan diyar kirin ku ev pankart a ku dibêje: “Daketina vê taxê ji bilî HDPê ji partîyên din re xetere û qedexe ye” ne durist e û nayê qebûlkirin ku li ser navê taxê hemû ev tişt bê gotin lewra hemû mirov dengê xwe nadin HDPyê.

Xelkê taxê dîyar kirin ku ev pankart berîya her tiştî bê edebî ye. Ev pankart bi şiklekî eşkere gef lê xwarin e. Daxuyanîyên berdevkên HDPyê bi bîr anîn û gotin: “Ji kesekî bi gefxurî deng nayê sitandin” û dîsa pirsîn, “Gelo ev ne gefxurî be çi ye?”

Wek tê zanîn li navenda Wanê li ser bîlbordan ên ji muslixan xwîn diherikîn bi nivîsê Tirkî û Kurdî  gefên wek “Tedbîra xwe bistînin”, “Ger hûn xwedî dernekevin ne dûr e”, “Em bê nefes nemînin”, “Haya we jê he ye?” bi nivîsên vî rengî gef li xelkê hatibû xwarin. Piştî xeberên çapemenîyê bi bîryara dadgehê ew nivîs hatibûn rakirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir