• DOLAR 32.512
  • EURO 34.94
  • ALTIN 2430.764
  • ...
"Digel ew qas delîlên berbiçav bertawan hatin tehliye kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji qerara tehlîye kirina Mehkemeya Cezaya Giran a Midyadê ya ku  3 bertawanên ku 28 gulana 2014an li Kerborana Mêrdînê Mehmet Ugurtay qetil kiribûn li hemberî 10 hezar lire hatibûn tehlîye kirin re bertek didomin.

Darizandina, Mehmet Şerîf Toprak  a ku endamê meclîsa DBPya Kerbonê ye û lawe wî Omer Toprak her wiha Mehmet Emîn Oguz ji ber ku bi emre PKK Mehmet Ugurtay qetilkiribûn ji doza ku dihatin darizandin bi şerta kontrola adlî di 14ê gulanê de hatibûn  tehlîye kirin.

Ji ber tehlîye kirina 3 bertawanan, parezer Îdrîs Yapicioglu ya ku parêzerê lawê Mehmet Ugurtayê ye bertek nîşanî tehlîyeyan da.

Yapicioglu di derbarê vê mijarê de ji ÎLKHAyê re wiha ragihand: “ Divîyabû ew her 3 kes nehatibana serbest berdan. Lewra delîlên berbiçav hebûn. Lê bele dadgeh, van her 3 kesan bi 10 hezar lire kefalet serbest berda. Ew mehkemeyên ku bê delîl ji ber sedemên sîyasî gelek kesan bi salan bi halê girtî didarizanin , lê belê di vê dozê de ew qas delîlên berbiçav jî hene û bi kefalet tên berdan. Me tu tişt jê fêm nekir. Piştî vê saetê mehkeme ceza bide wan kesan jî ne mumkun e ku ew kes werin girtin û cezayên xwe bikşînin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir