• DOLAR 32.582
  • EURO 35.007
  • ALTIN 2431.302
  • ...
Pêşbirka Tîlaweta Qur'ana Kerîm a navnetweyî li Îranê dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya ku îsal 32êyîm car tê li dar xistin bi beşdarbûna mêvanên nava welêt û derveyî welêt dest pê kir. Bernamê bi tîlaweta Qur’anê ya ku Rehmî Hakî xwend dest pê kir.

Serokomarê Îranê Hesan Rûhanî di destpêka bernameyê de axavtinek kir. Rûhanî destnîşan kir ku him xwendin û jiber kirina Qur’anê him jî bi cîh anîna wan fermanên Qur’anê ji me misilmanan re pêwîst e.

Serokomar axavtina wiha domand: Jiber kirina Qur’anê ji bo me çiqas muhîm be amel kirina bi Qur’anê jî ji bo me misilmanan ew qas girîng e. Qur’an tiştinan ji me dixwaze; biratî, yekîtî, muhabet, gazî kirina qencîye,dûrkirina nebaşîye û her wekî din. Dema ku em ji bo serdestîya  herêmê têxin deste xwe li ser cîranê xwe de bombeyan bibarenin wê deme em dikarin bibêjin em Qur’anê dişopenin û em îslamî ne?”

Bernameya pêşbirka xwendina Qur’anê ya ku îsal 32yêmîn car tê li dar xistin dê ji du beşan pêk were: Hifz û  Kir’at.

Rayedarên bernameyê diyar kirin ku dema ev bername hê nû dest pê kir ji 11 welatan mêvan dihatin lê belê îro ji 85  welatî mevan beşdarî vê bernameya pêşbirka Qur’ana Kerîm dibin.

Wê  fînala bernameya pêşbirka xwendina Qur’ana Kerîm ya 32êyîm 21 gulanê bê kirin û dê bername xelas bibe. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir