• DOLAR 32.526
  • EURO 34.683
  • ALTIN 2491.613
  • ...
Yetîm-Der alîkarîyên xwe li Midyadê didomene
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Der a ku navenda wê li Amedê ye ji du malbatên hewcedar ên ku li Midayedê dijîn re alîkarîya têkberên spî û mobilyayê kir.

Malbatên yetîm û hewcedar ên ku taxa Acirliyê ya Midyadê rûdinin, bûbûn mêvanên bernameya Umut Kapisî ya Rehber Tvyê  û ji teref temaşawanên xêrxwaz ve hewcîtîya wan hatibû temîn kirin.

Di derbarê vê alîkarîyê de temsîlkarê Yetîm-Der a şaxa Midyadê M.Saît Başaran wiha got: “Xwedê Teala ji wan kesên xêrxwaz ên ku alîkarîya van malbatan kirin razî be. Em jî ji ber wesîle bûyîna vê alîkarîyê gelekî kêfxweş in. Xwedê Teala nesîp bike ku em alîkarîyan bigihêjînin temamê feqîr û hewcedaran. Xwedê Teala ji Rehber TV û her kî ji vê xêrê re bûbe navgir ji wan razî be.”(ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir