• DOLAR 32.37
  • EURO 35.038
  • ALTIN 2325.463
  • ...
Alimên Çewligê: Em heqê xwe li Evren helal nakin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî darbeya leşkerî ya 12 Îlonê ji bo mekaqanûnê hilbijartin hatibûn kirin. Di van hilbijartinan de bajara herî  mezin  li ber vê mekaqanûnê sekinî bû Çewlig bû. Alimên Bingolî ji ber vê yekê  hatibûn sirgun kirin û cur bi cur tadayî  dîtibûn û zehmetî kişandibûn.

Alimên Çewligê ji ber vê yekê hest û ramanên xwe anî ziman. Ji wan kesên ku dema darbeyê de zilm dîtibû endamê ÎTTÎHADê Sahap Korkutata bû. Korkutata di derbarê vê mijarê de wiha ragihand: ji ber ku em misilman bûn, me mekaqanûna wê demê red kir. Lewra mekaqanûn gelekî tund bû û li dijî îslamîyetê bû. Jiber vê yekê em wek alimên Çewligê wê demê li dijî vî tiştî rawestîyan û xelkê Bîngolê jî piştgirî da me û di hilbijartinan de gelemperî raya neyînî hat avêtin.  Jji ber vê jî Kenan Evrên gelek zilm û zordarî li me kir. Qur’ana pîroz hat qedexe kirin. Fermandar wê rojê yek bi yek li gundan gerîyan û zextê li xelkê kirin da ku tu kes dersa Qur’anê nede. Fermandaran zext li gundîyan dikir û wan ditirsand.

Korkutata di dawîya axavtina xwe de wiha îfade kir: Heger malbata wî  ji me helalî bi xwestibûna me yê heqê xwe lê helal kiribana. Lewra em weke hinekan nifiran li tu kesî nakin. Lê belê ji ber ku malbata wî tiştên ku Kenan Evren kirine rast dibînin û piştgirîyê didine û helalîyê jî naxwazim em heqê xwe lê helal nakin. Em wî hawaleyê Xwedê dikin. Xwedê çêtir dizane dê çi jê bike.”

Alîkarê serokê giştî ya ÎTTÎHADê Mehmet Şenlîk jî di derbarê Kenan Evren de wiha axivî: Hemû kes li pey xwe şopekî dihele. Çawa ku mela li pey xwe şopekî baş û bixêr hiştibin bi wî awayî jî kesên zalim jî li dûv xwe şopên pîs dihelin. Ji wan kesên ku li pey xwe şopekî nebaş û mirdar hiştiye yek jî Kenan Evren e.”

“ Gelo sûcê wan însanên ku hatin kûştin çibûn?”

Şenlîk wiha dawî li axavtina xwe anî: Me bi van çavên xwe dît ku KenanEvren di dema xwe li xelkê gelek zext kirin, zilm û zordarî li însanan kir. Hinekan da kûştin hinakan jî şande sirgunê. Ew li gor xwe dema ku însan dikuştin edalet bi cîh dianê. Fêmkirina wî ji edale tê ev bû. Lê belê sûcê wan însanên ku li wan zilm û zordarî kir, wan însanên ku dakuştin çi bû? Ji ber çi wan darve dikir in? (İLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir