• DOLAR 32.642
  • EURO 35.166
  • ALTIN 2502.554
  • ...
"Qetilên bavê min û cihê ku cenazeyê bavê min lê hatiye veşartin diyar e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cevzet Soysal ê ku berî vê 17 salan li Êlihê ji teref polîsan ve hatibû revandin û demeke  şûn de jî hatibû qetil kirin. Lawê wî Mucahîd Soysal di derbarê revandin û qetilkirina bavê xwe de destnîşan kir ku  dewlet ev  4 meh çebû ku gotin ku em ê li ser vê mijarê birawestin. Lê belê hêj jî di vê mijarê de gavekî berbiçav nehatiye avêtin.

“Bavê min ji teref polîsan ve hatiye revandin û hatiye qetil kirin”

Mucahîd Soysal ji ber eleqedar nebûyîna dewletê re bertek nîşan da û wiha got: Bavê min di 9ê meha Adarê ya sala 1998an de ji teref polîsan ve hatibû revandin. Ji wê rojê ve me jê tu agahdarîyek nestand. Heta ku  kitêba ku Serokê Daîreya Îstîxbaratê  ya berî  ve 17 salan Sabrî Ûzun gihaşte  destê me, wê demê em hîn bûn ku bavê min ji teref polîsan ve hatiye revandin. Piştî ku hatiye revandin îşkenceyên giran lê kirine û ew quştin. Çawa ku em ji vê agahîyê hîn bûn, di heman demê de me serîledana xwe li dozgerîyê û serokwezîrtîyê kir.  Min bi xwe bi serokwezîr re hevdîtinek pêk anî û ji min re got ku ez ê bi meseleyê elqedar bibim. Her wiha me ji TBMM re jî nameyek şand lê belê tu kes bi me eleqedar nebûn.”

“Dewlet û karbidestên dewletê bi vê pirsgirekê eleqedar nabin”

Mucahîd Soysal wiha dawî li axaftina xwe anî: Him kujerê  bevê min diyar in him jî cihê cenazeyê bavê min diyar e. Lê dewlet û karbidestên dewletê bi vê pirsgirekê eleqedar nabin.  Heger karbidestên dewletê di îdîayên xwe yên ku bi pirsgirekên hemwelatîyên xwe ve têkildar û eleqedar in divê demildest li ser vê meseleyê bisekinin.  Weke ku xûya dike dewlet û rêvebirên wê me ji hemwelatîyê qebûl nakin ku bi pirsgirekên me eleqedar nabin. Divê were zanîn heta em cenazeya bavê xwe bibenin em ê di ser vî karî bisekinin û em ê bûyerê tiştî bişopenin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir