• DOLAR 32.39
  • EURO 35.103
  • ALTIN 2326.501
  • ...
"Ew kesên ku dibêjin bila dayik negrîn dilê min perçe kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dayika Yasîn Boruyê ku di 6 û 7ê cotmehê de bi bihaneya Kobanê dema ji jar û feqîran re goşt belav dikir ji teref alîgirên PKK/HDP ve hatibû qetil kirin  got: Ew kesên ku dibêjin bila dayik negrîn, lawê min bi hovanê qetil kirin û bûne sedem ku ez 209 roj e hêstiran bibarenim. Ez gilîyên wan ji Rebbê xwe re dikim.

Deyika dolsoj a Yasîn Boru axavtina xwe wiha domand: Ez û Yasînê xwe mîna du hevalan bûn.  Ji bo Yasîn dayik her roj bi qedr û qiymet bû. Ji ber vê yekê jî Yasînê min rojekî Xwedê jî ne li hembêrê min e jî li hembêê bavê xwe bê edebî nekir.”

Yasîn: ‘Dayê heger  tu misade bidî min ez dixwazim pê û ling te maçe bikim’

Dêya Yasîn Boru bîranînekê xwe ya bi Yasîn re bi bigirî wiha anî ziman: Rojekî li komeleyê sohbet tê kirin û mijara sohbetê jî heqê dê û bav a li ser zarûkên wan bû. Wê şevê Yasîn hat malê, li min nihêrî û wiha got ‘Daye heger tu misade bidî min ez dixwazim destê maçe bikim.’ Destê maçe kir û dûvre dîsa wiha got ‘ Daye heger  tu misade bidî ez dixwazim pê û ling te jî maçe bikim.’ Min sedema vî tiştî miraq kir û jê pirs kir. Wî jî wiha bersiva min da ‘Heqê dayikan naye dayîn.’

“Piştî ku Yasîn hat qetil kirin dinya li min bû zindan”

Hatîce Boru di derbarê qetilkirina Yasîn de jî wiha ragihand: “ Di qetilkirina lawê min de biqasî wan êrîşkaran dewlet jî berpirsiyar e. Dewlet di bûyerên 6 û 7ê cotmehê de li hemberî wê hovîtîyê nikaribû xelk biparêzand. Di qetilkirina Yasînê min de ew jî berpirsîyar in. Di wan bûyeran de ji ber ku ez bi hîcab bûm ez nikaribûm derkevim dervê. Heger zanibana ku ew ê Yasînê min têxin vî halî, wê demê min zanibana ku wê min perçe perçe bikin dîsa jî ez ê derketibana dervê û li lawê xwe bigerîyana bûm. Lê belê roj derbas bûn agahî ji Yasînê min tune bû. Herî dawî me Yasînê xw li morga nexweşxaneyê de dît. Ji roja ku Yasînê min hatiye qetilkirin ve hêstir ji cavên min kêm nebûye û ji wê rojê pê ve dinya li min bûye zindan. Bila ew kesên ku Yasînê min qetilkirin bizanibin ku ji îro pê ve heger tiştek were serê wan, heger dinya li wan bibe zindan bila ew kes zanibin ku sedema wan tiştan ev nifirên ku ez ji wan re dikim e û ev hêstirên ku ez dirjînim e.”

Piştî Yasînê min bi hezaran Yasîn hatin dinyayê”

Hatîce Boru wiha domand: Dema ku ez tevlî bernameya Mewlûda Pîroz a  Amedê bûm mîn dît gelek xort tîşortên ku fotografa Yasîn li ser wan in xwe kirine. Ji ber vê yekê ez gelekî kêfxweş bûm. Lê belê di dawîyê de ez rûniştim û ji ber kesera xwe girîyam. Lewra min dixwest ku Yasînê min jî li wir ba. Lê belê  ez dizanim ku bi çûyîna Yasînê min bi hezaran Yasîn hatin.

“Divê ji Ocalan,Demîrtaş û ji wan kesên ku ji vî tiştî re bûne sebeb hesap were pirs kirin”

Dêya Yasîn Boru wiha dawî li axavtina xwe anî: Ji wan kesên ku ji qetilkirina Yasînê min re bûne sebeb divê hesap ji wan were pirs kirin. Ango ji Ocalan, Demîrtaş, Zubeyde Zumrut û ji wan kesên din divê hesab were pirs kirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir